Komîteya Rûspiyan a Helebê bi eşîran re civiya û îşaret bi biratiya gelan kir

Îro Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi gelek rûspiyên Helebê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl re civiyan û piştrast kir ku biratiya gelan dê her tim li hemberî  provokasyonên li dijî gel têne plankirin, bendeke asê be.

Komîteya Rûspiyan a Helebê bi eşîran re civiya û îşaret bi biratiya gelan kir
Komîteya Rûspiyan a Helebê bi eşîran re civiya û îşaret bi biratiya gelan kir
Komîteya Rûspiyan a Helebê bi eşîran re civiya û îşaret bi biratiya gelan kir
9 hezîran, 2021   20:16
HELEB

Gelek aliyên herêmî û navneteweyî bi rêya şerê taybet hewl didin provokasyonan di navbera gelê Sûriyê de belav bikin da ku hevgirtina neteweyî lawaz bikin û gefan li destkeftiyan bixwin ku bi saya projeya neteweya demokratîk, rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş hatine bidestxistin.

Bi armanca pêşîlêgirtina provokasyonan û xurtkirina biratiya gelan, îro Komîteya Rûspiyan a Helebê civîneke berfireh ji gelek rûspiyên Helebê re li dar xist ku ew jî ev in"EL-Bû Şaban, El-Bû Xemîs, El-Demalxe, Mirêmînê, Şemer, El-Hedadîn, Benî Zêd, El-Bû Bena, El-bû Salih ku ew jî beşeke ji êla El-Begara ne."

Her wiha nûnerên partiyên siyasî ku ew jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Saziyên Civaka Sivîl jî beşdarî civînê bûn.

Civîn li ser bingeha pevguhartina nîqaşên der barê xurtkirina hevgirtina biratiya gelan de û rê li pêşiya hêzên faşîst bigirin ku provokasyonan di navbera şêniyên yekwelatî de belav bekin, dest pê kir.

`MALA HUNDIRÎN`

/ar/uploads/files/2021/06/09/185914_ahmd-aarj.webp

Di civînê de sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a li Sûriyê Ehmed Arac axivî û got dijminê Tirk hîn jî bi hêvî ye  Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û dixwaze Helebê bi temamî jî dagir bike.

Arac destnîşan kir ku di van deh salên derbasbûyî de, ger mala wan a hundirîn ne xurt ba, dê dijmin bi hêsanî dagir bikira, tişta herî xetere ji bo wan destwerdana a li ser mala hundirîn e.

Arac got dewletên destwerdana Sûriyê kirine li berjewendiyên xwe digerin, bi şev û bi roj dixwazin parçeyên ji welatê Sûriyê dagir bikin, lê ev e ya ku sûrî qebûl nakin û bi hevgirtina xwe li dijî van êrişan disekinin.

Arac da zanîn ku dema şerê çekdarî bi dawî bû, deriyekî nû ji şer re vebû ku ew jî şerê taybet e, dewleta Tirk vê yekê bi rêya dosyaya aborî pêk tîne da ku gel birçî bike û bi rêya provokasyonan gel tehrîk bike.

Ehmed Arac ev li gotina xwe zêde kir:"Qonaxa ku niha em tê de ne pir hestiyar e û xwe dispêre parastina mala hundirîn anku berovajî qonaxên berê ye ku xwe dispart xurtkirina leşkerî, ji lew re ger agirê provokasyonan vêket em ê ji civakê re wekî rûspiyan parastina wan bikin."

`DÎROK NAYÊ VEŞARTIN`

/ar/uploads/files/2021/06/09/190048_ghryb-hsw.webp

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî axivî û got:"Em wekî gelên bi hev re dijîn, xwedî dîrokeke hevbeş û çandeke hevbeş in. Tiştek ji me kêm tune ye, komplo û siyasetên derexlaqî ew in ên ku li hemberî her tiştên hevbeş dibin kelem."

Hiso ev xal rêz kirin:"Jiyana hevbeş, aştiya hevbeş û erdê hevbeş ger em parastina wan nekin ew ê nemînin, dîrok nayê veşartin û diyar dike ku bê ka ev siyasetên qirêj ji ku tên."

/ar/uploads/files/2021/06/09/185946_alshykh-aly-alhsn.webp

Rûspiyekî eşîra El-Bû Xemîs El-Şêx Elî El-Hisên axivî û got ev meclisa ku tê de cihê xwe digirin, baş nabe ku tevahiya pêkhateyan cihên xwe tê de cih negirin, ew wekî Sûriyeya biçûk li vir kom bûne û divê wekî cesedekî bin da ku nexweş nekevin.

 

/ar/uploads/files/2021/06/09/190004_abd-allh-alaly-alhmd.webp

Şêxekî eşîra El-Bû Salih ku ew jî beşek ji êla El-Begara ye Ebdullah El-Elî axivî û got:"Cewherê vê civînê ew e ku em cesedek in çi li Minbicê be û çi jî li Kobanê be yan jî li hemû erdnîgariya Sûriyê be, tovên provokasyonan di navbera şêniyên eşîra me El-Bû Şemis de heye. Mînaka wê jî bûyerên li Minbicê qewimîn ku hêrsa wan rakir, ji lew re ez ji aqilmendan, bira û rêveberên li taxa Şêxmeqsûdê hêvî dikim bila deriyên diyalogan vekin, ger xwedî maf bin ew ê bibin û ger heqek li ser wan hebe bila bidin." ".

/ar/uploads/files/2021/06/09/190028_amr-alshamy.webp

Meleyê taxa Şêxmeqsûdê El-Şêx Umer El-Şamî jî axivî û diyar kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan û rê li pêşiya provokasyonan bigirin, hevkarî erkekî exlaqî ye û dikeve ser milên her kesî û ev derbirî:"Em tevda di keştiyekê de ne, ger rizgar bû em tevda rizgar dibin û eger noqî bû em giş noq dibin."

Civîn bi piştrastkirina biratiya gelan û jiyana hevbeş bi dawî bû.

(eh)

ANHA