‛Guhartina demogarfiya ya li bajarên dagirkirî sûcekî şer e’

Dozgerê di Dîwana Edaleta Civakî ya Til Temirê de diyar kir ku guhertina demogafî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer e û got, civaka navneteweyî bê bêdengiya xwe hevkarê siyasetên dagirkeriyê ye.

‛Guhartina demogarfiya ya li bajarên dagirkirî sûcekî şer e’
8 hezîran, 2021   06:34
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku bajarê Efrînê dagir kiriye ve, siyaseta guhartina demogarfiyê dide meşandin, heman siyasetê li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk tîne. Dewleta Tirk malbatên çeteyan ji herêmên din tîne û li malên sivîlên van herêman bi cih dike, mal û milkên wan talan dike û sembolên wan diguhere, di heman demê de ziman û pereyên xwe li wir ferz dike.

Li hemberî vê yekê rêxistin û saziyên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan bê deng in, ji ber vê yekê welatî û pêkhateyên bajar û herêmê bi giştî bertek nîşan da û diyar  kir ku ev bêdengî erêkirina li ser dagirkerî û sûcên dewleta Tirk e.

Li ser mijarê dozgerê di Dîwana Edaleta Civakî ya Til Temirê de Zahid Simêla ji ANHA'yê re axivî.

Dozger Simêla wiha got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarên dagirkirî û nexasim Efrînê demografiya herêmê diguhere, bi rêya bi cihkirina malbatên çeteyan ku ji gelek herêman anîne hewl dide nasnameya kurd  biguhere.

Simêla destnîşan kir ku dagirker hewl dide bi rêbazên cihêwaz çi bi awayekî leşkerî be yan jî ferzkirina fetweyan û derxistina bi darê zorê be kurdên li vê herêmê mane koçber bike.

ꞌLI GORÎ MADEYA 49`AN SÛCEKÎ ŞER Eꞌ

Zahid Simêla diyar kir ku guhartina demografiyê sûcekî şer e û wiha li gotina xwe zêde kir: "Li gorî Peymana Cinêvê ya 4’an a 1949`an û madeya 49`an koçberkirina sivîl a bi darê zorê ya ji gundên wan qedexe ye û wekî sûcekî şer an jî sûcekî dermirovî ye."

Zahid Simêla bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker û got:"Dewleta Tirk a dagirker  siyasetên qirêj pêk tîne, bi rêya çeteyên xwe demografîya Efrînê diguhere, zêdetirî 300 hezar  kurdên sivîl ên Efrînê koçber kirin û zêdetirî 400 hezar kes li malên wan bi cih kir. Ev yek bi desteka rêxistinên kuwêtî, qeterî û çeçanî pêk tê."

Simêla da zanîn ku siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografiyê ya ku li dijî Kurdên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî pêk tên, qanûnên navneteweyî bin pê dike û diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van sûcan nîşaneya hevkariya bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re ye.

Dozger Zahid Simêla di dawiyê de got ew wekî hiquqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navnetweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkevin û sûcên wê yên li herêmê rawestînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jeJejfVUPXE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>