Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya DYA û YE`yê re civiya

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û YE`yê re bi rêya bernameya Zoom civînek der barê hin dozên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa ewlehî û aborî li herêmê de, lidar xist.

Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya DYA û YE`yê re civiya
8 hezîran, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn di 3`ê Hezîranê de hate lidarxistin. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebduselam Mistefa û Nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Skandînavya Şiyar Elî beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/06/08/103504_reveberiya-xwser-28229.webp

Li gorî Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, nûnerên Wezaretên Karên Derve ya DYA, Siwêd, Almaniya, Fransa, Birîtaniya, Siwêsra, Fenlenda, Belcîka, Danimark, Holanda, Îtaliya, Keneda, Neroj, Meclisa YE`yê, Dayîreya Ewropa ya Karûbarên Derve EEAS, Gerînendeya Giştî ya Parastina Sivîlan a Ewropayê û  Alîkariya mirovî DG ECHO, Gerînendeya Giştî ya Komseriya Ewropa ya Penaberan û Karûbarên Hundirîn DG HOME tev li civînê bûn.

Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe der barê dosyaya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan (Zarok û jin) di kampan de nexasim kampa Holê de, gotin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariyê bigire ser xwe, her wiha alîkarî û koordînasyonê bi rêveberiyê re der barê dosyaya zehmet ku rêveberî nikare bi tena xwe wê rake, bike.

Rêveberiya Xweser ji dewletan xwest ku welatiyên xwe, zarok û jinên ku sûc nekirine vegerînin û destekdayîna aborî û ewlehî ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin da ku di kampa Holê de bixebite, beşên nû di kampê de ava bike.

Rêveberiyê îşaret bi girîngiya destekdayînê di aliyî pêkanîna edaletê de kir, da ku dadgeheke adil ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û jinên ku sûc li herêmên Rêveberiya Xweser kirine were avakirin. Di heman demê de, destekê bide kesên ji ber terorê zerar dîtine (Malbatên şehîdan, zarokên sêwî, birîndarên şer û yên astengdar).

Her wiha Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer wiha axivî: "Hevdîtin baş bû. Nêrînên ku hatin gotin nêzî hev hebûn. Her wiha bersivdayîneke eşkere ji aliyê van dewletan ve bi xwestekên Rêveberiya Xweser re hebû. Teqezî li ser girîngiya hevkariya van dewletan û rakirina berpirsiyariyê, pêşkêşkirina destekdayînê da ku barê Rêveberiya Xweser sivik bike û bi awayekî hevbeş li hember vê dosyayê bisekinin, hate kirin."

(bx)

ANHA