Selman Barûdo: Ger berhemên genim têra herêmê neke, çareseriyên din hene

Selman Barûdo got: "Tê payîn derdora 500 hezar ton genim werbigirin, ev miqdar pêwîstiya herêmê peyda dike. Lê heger têrê nekir çareserî hene.''

Selman Barûdo: Ger berhemên genim têra herêmê neke, çareseriyên din hene
8 hezîran, 2021   07:21
REQA-EHMED EL-ESAF

Bi destpêkirina mewsima çinînê re û piştî diyarkirina 26 navenda ji bo girtina genim û ceh li gorî nirxa ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye, cotkarên herêmê hilberînên xwe dibin navendan. Rêveberiya Xweser nirxa wergirtina kîloya genim bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê û ceh 850 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Li ser mijarê cotkarên gundewarên bakurê Reqayê ji ajansa me re axivîn. Cotkarê bi navê Ebdurezaq El-Hemed got: “Xebatên wergirtina genim di depoyan de hêsan û bi lez pêk tên. Lê îsal ji ber ku dewleta Tirk a dagirker av qut kir û baran jî kêm barî, hilberîn kêm e.”

Endamê rêveber ê depoyên Bedir ên li gundewarê rojhilatê Reqayê Fîras El-Ehmed got: “Depoyên Bedir ji 20`ê Gulanê ve hatiye vekirin. Destpêkê cotkar pir nehatin. Lê bi destpêka Hezîranê re dema hilberînên avî hatin çinîn, tevger baş bû. Heta niha me 5 hezar ton genim wergirtiye.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku tê payîn 500 hezar ton genim werbigirin, lê heta niha tenê li hemû navendan 50 hezar ton girtine.

Barûdo bi bîr xist ku mewsimê zeviyên bejî qet ne baş bû û li piraniya herêman zevî avî hatin çandin. Li gorî denayên Komîteyên Çandiniyê 300 hezar hektar zevî bi genimî avî hatine çandin.

Der barê pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ya genim de Selman Barûdo got: “Em hewl didin genim ji bo nan, tovan ji bo sala bê amade bikin. Di depoyên rêveberiyê de zêdetirî 170 hezar ton genim a sala borî heye. Heke îsal rêgeza xwetêrkirinê pêk nehat, çareseriyên din hene. "

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wTSt-Xt7khs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>