HRE’yê bîlançoya çalakiyan ragihand, 14 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê da zanîn ku di çalakiyên wan ên 3 rojên dawîn de 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 2 çete hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

HRE’yê bîlançoya çalakiyan ragihand, 14 leşker û çete hatin kuştin
7 hezîran, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên 3 rojên dawîn de daxuyaniyeke nivîskî da. HRE’yê ragihand ku di wan çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên artêşa Tirk û 2 çete hatine kuştin, her wiha 7 leşker jî birîndar bûne.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de bi berfirehî ev agahî parve kirin:

“Di navbera rojên 1-3’ê Hezîranê de, ji aliyê hêzên me çalakiyên bibandor ên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di wan çalakiyan de leşker û çeteyên dewleta dagirker hatin hedefgirtin ku ev kom heya niha di Efrîna dagirkirî de li hember şêniyên bajar sûcên mirovahiyê pêk tînin, hewl didin demografiya herêmê biguherînin û bi her awayî zext û zorê li gelê me dikin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 1’ê Hezîranê;

Li Marê, hêzên me li hember nuqteyeke çeteyan çalakiyek bi droneyê li dar xist. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Li gundê Daglibaşê yê Babê, hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha doçkayek tevî seyareyê hat rûxandin.

Roja 2’yê Hezîranê;

Li gundê Keferxweşê yê Ezazê, hêzên me çalakiyek li hember çeteyên dagirker li dar xist. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Heman rojê di saetên şevê de, di navbera gundên Gobelê û Basilê yê Efrînê de hêzên me li hember konvoyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de seyareyek zirxî ya bi cureya kîrpî hat rûxandin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan serleşker, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.  

Roja 3’yê Hezîranê;

Li derdora gundê Basufanê, hêzên me li hember komeke leşkerên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Li Efrînê, li hember kargeheke gazê ya aîdî çeteyan çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kargeh hat rûxandin.

Di wan çalakiyên 3 rojan de bi giştî 12 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.”