​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku ji ber vîrusa koronayê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 25 kesên din pê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da
7 hezîran, 2021   11:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, jinek ji Qamişloyê, 2 mêr û 2 jin ji Tebqayê ne.

Her wiha piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 mêr û 10 jin bi vîrusa koronayê ketine û li van herêman in:

Hesekê: 5
Qamişlo: 1
Dirbêsiyê: 2
Reqa: 4
Dêrazor: 11
Kampa Holê: 2

Mistefa diyar kir ku 8 nexweşên din jî baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 18 hezar û 51 nexweşan, jê 737 nexweş mirine û hezar û 837 nexweş jî baş bûne.

(şx)