Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê ji seatên sibehê ve “herêmên bêçek” bi moşekan topbaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin
7 hezîran, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê ji berbangê ve herêmên başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin û bajarokên Bilyon, Bare, Fitêra , Sefhon, Filêfil, Binîn, derdora Kensefra û Riweyha  û derdora Qilêdîn, Ziyara a Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayî Hemayê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama toparanê de çeteyek di male xwe de li Bilyonê hat kuştin, li aliyekî din gelek zirarên madî li deverên cuda çêbûn.

SOHR`ê duh ragihand ku çeteyek girêdayî dewleta Tirk di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî gundê Bilyon ê gundewarên başûrê Idlibê de hatiye kuştin.

(dm)