Li Dirbêsiyê şevbuhêrkeke helbestan hat lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê bi beşdariya pêkhateyên Ereb û Kurd, şehbuhêrkeke helbestan li dar xist.

Li Dirbêsiyê şevbuhêrkeke helbestan hat lidarxistin
5 hezîran, 2021   10:45
HESEKÊ

Şevbuhêrk îro di bin konê li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê de hat lidarxistin. Di şevbuhêrkê de gelek helbestvan, endam û rêvebirên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Hesekê beşdar bûn.

Di şevbuhêrkê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Efaf Hiskî bal kişand ser biratiya gelan û got: "Li binê vî konê ku çand û mîrateya pêkhateya Ereb temsîl dike, gelek helbestvanên pêkhateyên Ereb û Kurd civiyan. "

Efaf anî ziman ku ev şevbuhêrk îsbata serkeftina projeya Rêveberiya Xweser di avakirina biratiya gelan û jiyana hevpar de ye.

Piştre, helbestvanên beşdar gelek helbest pêşkêş kirin. Şevbuhêrk bi berzkirina diruşmên biratiya gelan bi dawî bû.

)dx)

ANHA