Nasnameya şehîd Serbest Zagros hate eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nasnameya şehîd Serbest Zagros eşkere kir.

Nasnameya şehîd Serbest Zagros hate eşkerekirin
5 hezîran, 2021   11:21
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro nasnameya gerîlayê HPG`ê Dilovan Umer (Serbest Zagros) ku di 24`ê Gulana 2021`an de li herêma Cûdî şehîd bûye, eşkere kir.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Serbest Zagros hate vedan. Şandeyên partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kongreya Star, komînên her du taxan û bi sedan şênî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa got: "Dewleta Tirk, hêzên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê bi çekên giran û balafirên şer dike hedef. Armanca dewleta Tirk ku wan herêman dagir bike û serweriya xwe li Kurdistanê berfireh bike, lê bi berxwedana gerîla nikarin bihostekê ji xaka me dagir bikin."

Roşîn Mûsa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyaneke azad û birûmet da û pişterast kir ku dê li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîlayan re bin.

Di dawiyê de Roşîn Mûsa bang li gelê Kurd kir ku destekê bidin hêzên HPG`ê.

Her wiha ji rêveberên meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Zeyneb Mihemed şehadetê şehîd Serbest Zagros li hemû gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, li rêber Abdullah Ocalan û dayikên şehîdan pîroz kir.

Zeyneb Mihemed di axaftina xwe de behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wêrankirina xwezaya çiyayên Kurdistanê kir. Zeyneb bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember êriş û dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê bisekinin.

Paşê birayê şehîd Serbest Zagros, Rêvan Umer wiha axivî: "Şehadeta birayê min ji me re şeref û rûmet e. Birayê min ji bo azadî û rûmetê gihaşt asta şehadetê. Heke ne ji lehengî û berdêlên mezin bûya, em îro bi azadî nedijiyan."

Di dawiyê de wesîqeta şehadetê ji aliyê endama komîteya KPC-Demokratîk Zîlan Şêxo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin û merasîma sersaxiyê bi dawî bû.

(bx)

ANHA