Endamê Parlamentoya Iraqê: Pêşmerge di êrişa Tirkiye de jiyana xwe ji dest dane

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Taqî, destnîşan kir ku, pêşmergeyên li herêma Metîna, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, jiyana xwe ji dest dane.

Endamê Parlamentoya Iraqê: Pêşmerge di êrişa Tirkiye de jiyana xwe ji dest dane
5 hezîran, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehdî Taqî, têkildarî bûyera li herêma Metîna ku 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane ji Ajansa fermî ya Iraqê Bexdat El-Yemw re axivî.

Taqî destnîşan kir ku pêşmergeyan di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Taqî got: “Bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li hember binpêkirinên cidî yên Tirkiyeyê, dihêle ku roj bi roj binpêkirina serweriya xaka Iraqê de berdewam bike û aramiya wê têk bide. Bi riya operasiyonên leşkerî û êrişên hewayî herî dawî îro bû sedema kuştî û birîndarfı ji hêzên Pêşmerge yên ku di nav sîstema bergirî ya fermî ya Iraqê de têne hesibandin. ”

Mehdî Taqî ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî xwest ku pêşiya van binpêkirinên dewleta Tirk bigire.