Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin

Li bajarokê Rimêlanê, Fakulteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin û dewreya yekemîn a perwerdeyê dest pê kir.

Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin
Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin
Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin
Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin
Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin
3 hezîran, 2021   19:11
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi hev re em ewlehiyê misoger bikin, bi hev re Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêş bixin",  Fakulteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê hat vekirin û perwerdeya yekemîn a perwerdeyê bi beşdarbûna 154 efseran hate destpêkirin. Dewreya perwerdeyê dê 6 mehan dewam bike.

Merasîm li Akademiya Şehîd Mihyedîn a li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin. Fermandariyê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cizîrê, Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî vekirina fakulteyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û vekirina fakulteyê li şehîdên azadiyê û pêkhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Hêvîdar im ku ev dewre bi ser bikeve û xizmetî civakê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bike."

 

Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Haco jî axivî û got: "Divê em Hêzên Ewlekariya Hundirîn perwerdê li ser fikir û felseya rêber Ocalan bi pêş bixin. Vekirina vê fakulteyê gaveke mezin e da ku karînên xwe bi pêş bixin."

Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asim Ehmed axivî û got vekirina Fakulteya Zanista Polîsî derfeteke  ji bo xwepêşxistin û hevsengiya di navbera rawabûnê û pêkanîna aramiyê de ye da ku ber bi parastina mafan û misogerkirina ewlehî û aramiyê ve biçin.

Di dawiya merasîmê de endamên tev li dewreya yekemîn bûne, toreneke leşkerî li dar xist.

(eh)

ANHA