'Projeya neteweya demokratîk çareseriya aloziyên li Rojhialta Navîn e'

Endamê Akademiya Şehîd Îsmaîl a Minbicê Mehmûd Bekro diyar kir ku ji ber nakokiyan û hegamonyaya pergal û hêzên kapîtalîst, aloziyên li Rojhilata Navîn her ku diçin girêktir dibin. Bekro destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan ji bo van aloziyan çareserî ye.

'Projeya neteweya demokratîk çareseriya aloziyên li Rojhialta Navîn e'
3 hezîran, 2021   23:42
MINBIC

Li Rojhilata Navîn ji ber nakokiyên li ser xêr û berhemên wê yên binerd, alozî girêktir dibin. Li gel wê jî pergalên navendî û yên kapîtalîst hovanetirîn sûcan li dijî gelan pêk tînin û siyasetên xwe dimeşînin da ku li ser desthilatê bimînin.

Ji bo çareserkirina van aloziyan rêber Abdullah Ocalan gelek çareserî danîn ku li ser bingeha jiyana hevbeş, biratiya gelan, wekheviyên, hêzên xweser û nenavendîbûna rêveberiyê ava dibin.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk/Doza Kurdî û Çareseriya Neteweya Demokratîk de dibêje: “Neteweya demokratîk wek modeleke çareserkirinê, demokratîkbûyîna têkiliyên civakî yên ji aliyê neteweperestiyê ve ji hev hatine parçekirin, careke din zindî dike û bi ruhê lihevkirin, aştî û nermiyê nasnameyên cuda zindî dike. Ji ber vê yekê, zivirandina netewedewletê ya ber bi neteweya demokratîk ve dê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Modela neteweya demokratîk li ser bingeha hişmendiyeke civakî ya baş ava dibe ku pêşî ferasetên civakî yên tund dihewîne û piştre jî mirovane dike."

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA TEKANE YA XELASIYÊ YE’

Endamê Rêveber ê Akademiya Şehîd Îsmaîl a Minbicê Mehmûd Bekro got: “Tişta ku hiştiye hêzên serdest û zordest ji gelek salan ve berê xwe bidin Rojhilata Navîn ew e ku dixwazin gelê wê bi kar bînin, bikin kole û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe xêr û berhemên wê yên binerd kontrol bikin.”

Bekro wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bi rêya neteweya demokratîk a li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan, kêmneteweyan û olan de ava dibe, xwest van aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bike. Koletiya ku kapîtalîzmê ferz kiriye, tune bike. Ev jî bi rastî pêk tê, pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her yek li gorî cewher û xwezaya xwe tev li vê tecrubeya demokratîk bûn.”

Her wiha Bekro destnîşan kir ku Rojhilata Navîn li cîhanê ji aliyê berhemên binerd ve herêma herî dewlemend e, lê gelên wê yên herî xizan in û wiha domand: “Berê Rojhilata Navîn jêdera zanîn û zanistê bû. Lê niha nezanbûn serwer e. Ev yek di encama şerê taybet de ku hêzên zordest li dijî gelên wê dimeşîne, bi taybet çîna ciwan û jinan pêk hat. Her wiha jêdera olan bû. Ruxmî wê jî niha tevlihev e, winda ye û gelek alozî tê de hene.”

‘NIMÛNEYEKE DEMOKRATÎK KU NÛNERTIYA HEMÛ PÊKHATEYAN DIKE’

Bekro da xuyakirin ku çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn, Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk e û wiha lê zêde kir: “Ev proje ne tenê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye lê belê ya hemû gelan û kêmneteweyan e ku çareseriyan ji pirsgirêkan re peyda dike. Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, nimûneyeke nû ya demokrasiyê ye. Hemû tev biryaran dibin. Ji bo ku bi pêş bikevin hemû bi hev re nîqaş dikin. Hemû pêkhateyên herêmê di vê nimûneyê de beşdar in.”

Mehmûd Bekro bal kişand ser rola jinan di projeya neteweya demokratîk de û got: “Jinan bi rêya vê projeyê roleke çalak lîst ku beriya wê ji ber kevneşopên civakî û yên êlî hatibûn paşguhkirin. Mijara paşguhkirina jinan bi xwe re gelek alozî derxistin, bi taybet piştî ku jin xwedawend bû ji ber ku bi xweza û axê ve girêdayî bû lê piştre bû kole.” 

Bekro di berdewama gotinên xwe de piştrast kir ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye, ji bo avakirina civakeke azad divê jiyaneke hevbeş û hevpar were pêşxistin.

‘DEWLETA TIRK BEŞEK JI ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN E’

Mehmûd Bekro got: “Erdogan dibêje ew ji bo ku gelê Sûriyê bi ser bikeve mudaxele li Sûriyê dike. Di bin wê hincetê de jî gelek beşên Sûriyê dagir kirin, komkujî li dijî bi hezaran sûrî pêk anîn û gelek jî dan koçberkirin. Sûcên hovane û dijminane li dijî jinan, zarokan û kesên temenmezinan pêk anîn. Bi hinceta ku herêman vegerîne xwediyê wê yên resen, her tim jî gefa dagirkirina herêmên din dixwe. Lê di bingehê de aloziya Sûriyê girêktir dike û ne piştevanê gelê Sûriyê ye.”

Bekro wiha nirxandina xwe domand: “Li Rojhilata Navîn gelek dozên girêk hene lê ya herî girêk doza osmanî ye ku di şexsê dewleta Tirk a niha de zindî dibe. Dewleta Osmanî ya berê li ser ritma mezheb û olan lîst. Lê niha jî yê herî zêde zirar bi Islamê kiriye hikumeta Tirk bi xwe ye.”

Bekro îşaret pê kir ku dewleta Tirk aloziyên xwe yên hundirîn derdixe derve, çeteyên Sûriyê dişîne Lîbya, Azerbêcan û gelek herêmên din. Bekro ev pirs pirsî: “Çima çeteyên Sûriyê di nav refên ku axa wan dagir kiriye de şer dikin? Rizgarkirina Sûriyê ji qewitandina dagirkeriya Tirk dest pê dike. Kengî ew ji Tirkiye rizgar bûn, wê demê Sûriye rizgar dibe.”

Mehmûd Bekro got êdî siyaseta dewleta Tirk eşkere bûye lê hinek sûrî hîna bi helwesta dewleta Tirk hatine xapandin. Bekro diyar kir ku şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne, bandor li hişmendiya sûriyan kir, ji lew re divê gelê Sûriyê di vî warî de şiyar be û dijminên xwe yên rastîn nas bike.

(şx)

ANHA