Bi hev re ava kirin, bi hev re mezin kirin û bi hev re diparêzin

Bi şoreşa Rojava re gelên li herêmê, dest bi hûnandina pergalên xwe yên civakî, aborî û ya herî girîng jî pergala siyasî kir. Til Temir ku navçeyeke Hesekê ye, yek ji cihên herî girîng e ku ev pêkvejiyan lê tê hûnandin.

Bi hev re ava kirin, bi hev re mezin kirin û bi hev re diparêzin
4 hezîran, 2021   02:56
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Ji bo ku xwe ji komkujiyê xelas bikin, mişext bûn. Komkujiyek bi ser de hatibû ku xwîn li ber wan kiribû gol. Ji xwe re li deverekê digeriyan ku kes li ser kesî hikumdar nebe yan jî kes kesî nekuje. Ji xwe re li jîngehekê digeriyan ku bikarin lê bi hev re bijîn û cudahiyên wan nebin sedema kuştina wan. Til Temir wiha hatibû avakirin. Suryanan bi Kurdan re ava kir û mezin kir.

Hatibûn mişextktin, komkujî bi ser de hatibû lê belê van bermahiyên şûr û xenceran nîşan da ku dikarin bibin avakarên jiyaneke azad.

Navçeya Til Temir bi navê xwe yê kurdî ‘Girê Xurma’  bi destê gelên Suryan û Kurd ku piştî Komkujiya Simelê ya 63 gundên gelê Suryan bi piştgiriya hêzên çekdar ên Qralîteya Iraqê hatin koçberkirin, hat avakirin. Suryanan her wiha Dêra Dê Meryemê (Meryem El-Azra) û gelek gundên li xeta Xabûrê ava kirin.

180 gundên navçeya Til Temirê hene ku niha hin ji wan di bin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.

Welatiyê bi navê Îdrîs Namo (40) li ser mijarê got: "Li navçeya Til Temirê gelên Kurd, Ermen, Aşûr, Suryan, Ereb û êzidî bi hev re dijîn. Me ev navçe ji wê demê ve wek mozaîka Sûriyê bi nav kir. Ev navçe bi gelên xwe bûye baxçeyekî gelan. Gelên li vir wekhev û azad dijîn. Erdnîgariya wê jî hêşîn e, ji ber ku li vir ava Xabûrê diherike."

Namo diyar kir ku ew bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana wekhev diparêzin û wiha axivî:  " Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Suryan li Til Temirê dijîn. Me li hemberî van êrişan helwesta xwe parast. Piştî dagirkirina Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên gel de girtin û talan kirin. Me soz da şehîdên xwe û me bi gelên li navçeyê re axa xwe parast. Niha dema mirov li şehîdgeha Til Temirê dinêre, mirov dikare berxwedana li vir baştir fêm bike. Xwîna me li vê xakê tevlihev bûye. Ji bo parastina xaka xwe me şehîd dan."

Îdrîs Namo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên dagirkeriyê dixwaze Împaratoriya Osmanî vejîne û got: “Çawa ku di dema Osmaniyan de hewl dan di bîra gelan de dîrokeke tarî çêkin, niha jî armanc dikin ku bi zîhniyeta Osmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe bidomînin. Hewl didin êrişên xwe li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin. Êrişî Lîbyayê kir, êrişî Ermenistanê kir, êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina van êrişan re dixwaze modela jiyana wekhev û demokratîk a li herêmê derketiye holê, ji holê rake.”

Namo got:,"Zîhniyeta Osmanî ya beriya 106 salan li dijî gelê Ermen komkujî pêk anî, îro jî dixwaze Ermen, Aşûr, Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe nava vê qirkirinê.”

Namo anî ser ziman ku Erdogan zîhniyeta Osmaniyan didomîne û wiha lê zêde kir:  “Em ê bi feraseta neteweya demokratîk wekheviya gelên li vê xakê biparêzin."

‘GELÊ SURYAN DERIYÊ XWE JI ME RE VEKIR’

Niha li gundê Til Hefyan ku nêzî 4 km dûrî navçeya Til Temir e û ji aliyê gelê Suryan ve hatiye avakirin, gelên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn.

Îbrahîm Emîn Ezîz ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser bajarokê Ebûrasin dijwar dikin, neçar dimîne koçberî gundê Til Hefyan bibe.

Ezîz diyar kir ku malbata wî di Komkujiya Ermenan de zarokên Ermen ji mirinê rizgar kirine û got: "Niha em ji komkujiyê direvin û gelê Suryan deriyê xwe ji me re vedike. Li gund hemû gel bi hev re dijîn. Em her tiştî bi hev re parve dikin. Heta niha tu pirsgirêk di navbera me de tune bû. Em hemû yek in. Dewleta Tirk dixwaze mîna di Împaratoriya Osmanî de gelan li hemberî hev bitewîne.”

Welatiyê Ermen ê bi navê Erdeyîz Xacik Sasoniyan jî got: "Em li vir bi gelê Suryan, Kurd û Ereb re dijîn. Li Til Temirê hemû gel bi hev re dijîn. Piştî ku dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, me deriyê xwe li gelê  Suryan vekir. Dewleta Tirk xwest mîna çeteyên DAIŞ'ê li Til Temirê komkujiyan bike, lê belê meclisa me ya leşkerî û gel pêşî lê girt.”

‘DEWLETA TIKR ZÎHNIYETA QIRKER A OSMANIYAN DIDOMÎNE’

Xacik Sasonyan axaftina xwe wiha domand: "Wek gelê Ermen cara duyemîn em bi êrişên qirkirinê yên Osmaniayn re rû bi rû man. Berê li hember dapîr û bapîrên min li Sasonê komkujî pêk anîn û niha jî em bi qirkirina dewleta Tirk re rû bi rû ne.  Di sala 1915’an de malbata min piştî ku bi qirkirinê re rû bi rû ma, hat Sûriyê. Li vê derê gelê Kurd û Ereb malên xwe ji wan re vekirine. Niha jî dewleta Tirk bi heman zîhniyetê êrişî gundên me dike, li Serêkaniyê êrişê dibe ser gundên ku gelê Ermen lê dijîn û dêrên me talan kirine. Dewleta Tirk tenê ji bo Ermenan an jî ji bo gelê Suryan polîtîkayeke qirkirinê pêk nayne. Li dijî hemû gelên vê xakê heman êrişên qirkirinê dikin. Li Girê Spî, Serêkaniyê, Efrînê heman zihniyet heye . Dema êriş dike nabêje ev Ereb e, ev Ermen e, ev Kurd an jî ev Suryan e.”

Xacik Sasoyan diyar kir ku divê gel li dijî dewleta Tirk a dagirker helwesteke hevpar raber bike û got: "Divê em bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin da ku yekitiya xwe û xaka xwe biparêzin. Êdî gel bi lîstika dewleta Tirk naxapin. Zîhniyeta Osmaniyan ku beriya 100 salan gel xapandin da ku hev tune bikin, dê li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê negihêje armanca xwe."

'PROJEYA BIRATIYA GELAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊK HAT'

Welatiyê Ereb Eladîn El-Hesen diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn dijîn bi gelek komkujiyên ji derveyî mirovahiyê re rû bi rû mane û got:  "Li Til Temirê em Kurd, Ereb, Suryan û civaka êzidî bi hev re dijîn. Piştî aloziya li Rojhilata Navîn me ev pêvajo bi bedelekî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Projeya biratiya gelan ku beriya niha li tu cihî xuya nekiriye, îro bi bedeleke mezin li vê xakê hatiye avakirin."

Hesen axaftina xwe wiha domand: "Bi projeya pêkvejiyanê ku bi şoreşa Rojava re derket holê, li Til Temirê hemû gel mîna malbatekê bi hev re dijîn. Li dijî yên hewl dan yekitiya me xira bikin, me bi hev re axa xwe parast û şer kir. Li Til Temirê xwîna gelan tevlihev bû. Bi vê projeyê re jinan vîneke azad bi dest xist. Hesta edalet û wekheviyê li nava mirovan belav bû.”

El-Hesen diyar kir ku dewleta Tirk û dîktatoriya Erdogan hewl didin zîhniyeta Osmaniyan zindî bikin û got:  "Dewleta Tirk niha dixwaze vê dîroka Osmanîn a qirêjî li Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bike. Mînaka vê jî Lîbya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

El-Hesen da xuyakirin ku armanca wan tasfiyekirina vê têkoşînê ye û wiha lê zêde kir: “Em bang li hemû gelan dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin yek. Dewleta Tirk bi rijandina xwînê li Rojhilata Navîn dixwaze zîhniyeta Osmanî ava bike. Em dikarin bi hev re li hemberî van êrişan bisekinin."

ANHA