Yekîneya Avê ya Hecînê xeteke avê ava dike

Yekîneya Avê ya Hecînê dest bi avakirina xeteke avê ya nû kir ku têra 6 hezar şêniyên li 5 taxên bajarokê Hecînê dike.

Yekîneya Avê ya Hecînê xeteke avê ava dike
3 hezîran, 2021   17:21
DÊRAZOR

Yekîneya Avê li taxa Hewame yê rojavayê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê boriyên blastîkî yên bi zexta bilind 16 bar û 8 inch û dirêjahiya wê hezar û 600 metre di xeta nû de bi kar anî.

Ev xeta avê li şûna boriyên font e, di dema dagirkirina bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve gelek ziyan gihiştin xetan û ji xizmetê derketin û nehatin sererastkirin ku boriyên font tune ne.

Xet ji stasyona avê ya taxa  Hewame ya li rojavayê Hecînê hate kişand û avê jitaxa Sinbul heta bi nexweşxaneya Hecînê û derdora wê, her wiha heta taxên El-Minêf, El-Seho, El-Dodat, El-Selah dabîn dike.

Yekîneya Ava Hecînê xebatên avakirinê pêk tîne. Tê payîn xebatên avakirinê di hefteya bê de bi dawî bibin.

Yekîneya Ava Hecînê dê xeta ava El-Zir a ku stasyona ava rojhilatê Hecînê (Ebû El-Hesen) dabîn dike, serast bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oj2pu7kXoeg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>