Dagirker gundên Şêrawa yên dorpêçkirî dan ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa topbaran dike û zeviyên çandiniyê yên xeta di navbera gundê Kebaşîn ê dagirkerî û gundê Kulotê de dan ber agir.

Dagirker gundên Şêrawa yên dorpêçkirî dan ber topan
3 hezîran, 2021   17:15
ŞEHBA

Hemwextî topbarana li ser gundê Soxanekê, Bênê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê, artêşa Tirk  a dagirker beriya çend kêliyan gundên Burc Qas, Kulotê, Meyasa û Gundê Mezin topbaran kir, bi dehan topên moşekan li van gundan ketin.

Gundên navbor ên Şêrawayê di dorpêça dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de ne. Li beramberî van gundan dagirkerî hene û li aliyê rojhilatê jî Nubul û Zehara yên di bin serweriya hikumeta Şamê de ne.

Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ketin, hejmarek mezin a darên zeytûnan şiwitîn.

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n-YxBm7RnE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>