Li Kobanê 3 gerîlayên şehîd hatin bi bîranîn

Li Kobanê gerîlayên HPG'ê Mehmûd Îsa (Şervan Kobanê), Weyso Osman (Çiya Heftanîn) û Ehmed Bozan (Birûsk Kobanê) hatin bi bîranîn.

Li Kobanê 3 gerîlayên şehîd hatin bi bîranîn
3 hezîran, 2021   17:49
KOBANÊ

Li Kobanê gerîlayên HPG'ê Mehmûd Îsa (Şervan Kobanê) yê di 18’ê Nîsana 2021’an li Metîna şehîd bû, Wêso Osman (Çiya Heftanîn) ê di 9’ê Gulana 2021’an de şehîd bû, Ehmed Bozan (Birûsk Kobanê) di 20’ê Gulana 2021’an de şehîd bû hatin bîranîn.

Merasîmê bîranînê  li Goristana Şehîd Dicle bi amadebûna bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen axivî û wiha got: "Em li pêşberî 3 şehîdan in ku canê xwe di oxira vî gelî de daye. Ev şehîd li çiyayên Kurdistana azad di oxira pêkanîna azadî û serkeftinê ji  bo gelê Kurd de şehîd bûn."

Şêx Hesen diyar kir ku ev welat û Rêveberiya Xweser bi saya keda şehîdan hatin avakirin û divê ev yek neyê jibîrkirin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn wiha got: "Şehîdên me yên rast in, ji ber sozên xwe pêk anîn û gelê me wan ji bîr nake."

Macîde Hesûn banga hevgirtin û xwedîderketina li kedan şehîdan kir.

Mihemed Îsa, birayê şehîd Çiya Heftanîn axivî û soz da birayê xwe û tevahî şehîdan ku li ser şopa wan bimeşin û got: "Şehîdan meşeleya azadiyê ji me re pêxistin."

Di dawiyê merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê YPG'ê Osman Mihyedîn (Kemal Pîr) ji goristana navçeya Şêranê birin Goristana Şehîd Dicle û li vir veşartin.

(fr)

ANHA