Li Serêkaniyê şer: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di navbera komên çete de şer derket. Li gorî agahiyan hejmarek çete hatin kuştin û sivîl jî birîndar bûn.

Li Serêkaniyê şer: Kuştî û birîndar hene
3 hezîran, 2021   16:28
HESEKÊ

Çavkaniyan ji bajarê Serêkaniyê ya dagirker diyar kir ku di navbra çeteyên "Şuheda Bedir" û "El-Miwalî" de şer derket û di encamê de ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Li gorî çavkaniyan şer heta gundê Diwêra ê rojavayê bajar fireh bû, di encamê de hejmarek sivîl di nav de jinek û zarokek birîndar bûn.

ANHA