Xebatên firehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî bûn

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî bi hevkariya hin rêxistinan, xebatên berfirehkirinê ya sêyemîn a kampê bi dawî kir û demeke ji bo pêşwazîkirina koçberan diyar kir.

Xebatên firehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî bûn
Xebatên firehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî bûn
Xebatên firehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî bûn
3 hezîran, 2021   16:24
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî bi alîkariya hin rêxistinên ku li kampê dixebitin berfirhekirina sêyemîn a kampê bi dawî kir û hemû pêwîstiyên wê ji kehrebe, av, xetên kanalîzasyonê û hwd bi cih anîn.

Berfirehkirina kampê destpêka Cotmeha sala borî hatibû destpêkirin. Armanc ji vê yekê hejmareke zêdetir a şêniyên kantona Girê Spî yên ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine koçberkirin, lê bi cih bikin.

Di vê çarçoveyê de li erdekî nêzî kampê ku firehiya wê 100 donim e kon danîn û li gorî 33 beşan hate dabeşkirin. Rêveberiyê bi hevkariya rêxistinên ku li kampê dixebitin erd kirê kir, sererast kir û kehrebe lê peyda kir. Kon jî ji aliyê rêveberiyê ve hatin danîn.

Rêxistinên alîkar "Blomond, Akted'' soz dan ku dê xebatên kanalîzasyonê û avakirina sûra kampê bike.

Piştî xebata 8 mehan, rêveberiya kampê ragihand ku xebatên berfirehkirinê bi dawî kir.

Hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx ji ANHA'yê re diyar kir ku xebatên berfirhekirinê bi dawî kirin û ji bo pêşwazîkirinê amade ne. Her wiha da zanîn ku kamp têra 550 konan dike.

/ar/uploads/files/2021/06/03/154217_mhmd-alshykh.webp

Di daxuyaniyeke berê ya rêveberiya kampê de hatibû gotin ku dê di vî beşê de pêşwaziya 600 malbatî ji eslê 920 malbatî bike. Li ser vê yekê El-Şêx got: "Me hejmar kêm kir, ji ber ku dê cihên giştî di vê beşî de werin avakirin."

Li ser dema pêşwazîkirinê, Mihemed El-Şêx diyar kir ku 6'ê vê mehê dê dest bi pêşwazîkirina malbatan bikin.

Kampa Koçberên Girê Spî di 22'yê Mijdara 2019'an de li nêzî bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê hate avakirin. Di kampê de 3 hezar û 530 koçber di nava 730 malbatî de hatine bicihkirin.

ANHA