NY ji ber ber deynan 7 dewlet ji mafê dengdayînê bêpar hîştin

Rayedarekî navneteweyî anî ziman ku Tehranê mafê dengdayînê di Komeleya Giştî ya NY ji dest da, ji ber ku zêdetirî 16 milyon dolar deyn nedaye. Her wiha li dijî gelek dewletên Afrîkayê tedbîr hatine girtin.

NY ji ber ber deynan 7 dewlet ji mafê dengdayînê bêpar hîştin
3 hezîran, 2021   07:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres çarşemê diyar kir ku ji ber Îranê heta niha deyna xwe ya zêdetirî 16 milyon dolarî nedaye, mafê dengdayînê li NY ji dest daye.

Di Çileya borî de 7 dewletan, di nav de jî Îran ji ber deynan mafê dengdayînê ji dest da.

Guterres ragihand ku 7 dewletan ji ber ku deynên xwe nedane mafê dengdayînê li Komeleya Giştî ya NY ji dest daye. Navên wan dewletên ku tedbîr li dijî wan hatine girtin, di nameya xwe ya ji bo komeleyê de wiha rêzkirin: Îran, Nîjer, Lîbya, Komara Afrîka Navîn, Kongo Brazavîlle,  Sûdana Başûr û Zimbabwe."

(şx)