Lapid di avakirina hikumeta Îsraîlê de biser ket

Serokê muxalefeta îsraîlê Yair Lapid duh agahî da serokê dewleta Ibrî ku wî dengên pêwîst ji bo avakirina hikumetê, bi dest xist.

Lapid di avakirina hikumeta Îsraîlê de biser ket
3 hezîran, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya demekê serokê lîsteya Ereban a hevbeş Mensûr Ebas ku 4 parlementer ji Knesset di nav de ne bang li Lapid kir ku koalîsyonekê  ava bike.

Her wiha beriya demeke kurt ji bidawîbûna dema ku hatibû diyarkirin, serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid duh agahî da serokê dewleta Ibrî ku ew di avakirina koalîsyonekê ji bo hikumetê ya li şûna serokwezîr Benjamin Netanyahu ku ev 12 salin li ser kar e, biser ket.

Partiya Lapid di daxuyaniyekê de got: "Me agahî da serokê dewleta Îsraîlê ku em di avakirina hikumetê de bi ser ket û 7 roj li pêşiya serokê muxalefetê û hevalbendên wî hene da ku wezîran diyar bike û baweriyê ji parlemento bigre."

(bx)