Rojnameyên erebî: Metirsiyan hîşt ku Misir destewerdana çareseriya li Filistinê bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa destekdayîna Misir ji Xezayê re, rewşa Lîbyayê û Yemenê, kir.

Rojnameyên erebî: Metirsiyan hîşt ku Misir destewerdana çareseriya li Filistinê bike
3 hezîran, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

MISIR LI XEZAYÊ LI ŞÛNA KU XEZA DERBASÎ SÎNA YA MISIRÊ BIBE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Qahîre komek ji armancên xwe yên dûrî destwerdana xwe ji doza Filistînê re piştî şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Hemas de, pêk anî. Têde barê Misirê veguhestin Xezayê li şûna ku niştecihên wê biçin Sîna.

Çavkaniyên filistînî ragihand ku projeya Misir dixwaze geşkirina Xezayê zêde bike û wê veguherîne herêmeke ku hemû cûreyên jiyanê têde peyda bibin û bi Dîfa El-Xerbiye ve girê bide. Ev jî dê bi lihevkirina bi rêveberiya Amerîkayê, bi koordînasyona bi hikûmeta Filistîn û hevkariya hêz û tevgerên cûda dê were kirin da ku rê li pêşiya jinûve destpêkirina lihevkirinan û amadekirina çareserkirina her du dewletan re, veke.

MACRON NEXŞERÊYA REWŞA LÎBYAYÊ DATÎNE

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di daxuyaniya serokê Fransayê de Emmanuel Macron ku duh da û serokê hikûmeta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîba li kêleka wî bû, weke nexşerêya ji Lîbyayê re di nava çend heftî û mehên pêşde li ser hemû astan bû.

Macron got Lîbya dikare di 4 aliyên ewlehî, siyasî, aborî û tenduristî de xwe bispêre destekdayîna Fransayê û diyar kir ku astengiya mezin ku gelê Lîbyayê karibin di welatekî xwedî serokatî, geşdan û aramiyê de bijîn. Li gorî Mackron ku divê sînor ji destwerdanên derve re were dayîn û hemû hêz û çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê werin derxistin, artêşke hevbeş ku karibe ewlehiyê ji hemû gelê Lîbyayê re li ser hemû xaka Lîbyayê misoger bike, were avakirin.

GRIFFITH Û LENDERKING LI RIYADÊ NE DA KU AŞTIYA YEMENÊ NÎQAŞ BIKIN

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Her du nûnerên navneteweyî Martin Griffiths û nûnerê amerîkî Tim Linder King ên ji bo Yemenê piştî ku gihaştin Riyad paytexta Erebistana Siûdî, xebatên xwe yên ji bo pêkanîna aştiyê domand û bi wezîrê karên derve yê Yemenê re Ehmed Bin Mûbarek re civiyan. Di hevdîtinê de geşedanên xebatên ji bo aştiyê û encamên serdana nûnerên navneteweyî ji Senayê re û hevdîtina wî bi fermandarê komên El-Hûsî re, hatin nîqaşkirin.

Bin Mûbarek destekdayîna hikumetê ji xebatên nûnerê navneteweyî re ji bo bidawîkirina zehmetiyên mirovî ku ji ber Hûsiyan çêbû, pişterast kir.

(bx)