Projeya sererastikirina stasyona Baxozê hate destpêkirin

Ji bo bersivdana xwestekên şêniyan ên dabînkirina avê, bi taybet piştî qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan dest bi projeya ji nû ve sererastkirina stasyona ava Baxozê kir.

Projeya sererastikirina stasyona Baxozê hate destpêkirin
3 hezîran, 2021   06:50
DÊRAZORÊ

Stasyona ava Baxozê di 2001`ê DE hat avakirin û ji sedî 80 xizmeta Baxozê dikir, lê piştî çeteyên DAIŞ`ê bajarok serwer kir, pompeya avê rawestiya.

Li herêmê stasyon xwedî girîngiyekê bû û xizmeta 45 hezar welatiyên li gelek taxan dikir, jê taxên El-Şêx Hemed, El-Dawûd, El-Mitliyûn, El-Xenafire, El-Alwîn, El-Şerîde û El-Şehabat.

ꞌSTASYONA YEKEMÎN Eꞌ

Têkildarî projeya jinûve sererastkirina stasyonê endamê rêveber ê stasyonê Nûredîn Salih El-Ubêd ji ajansa me re axivî û got: "Stasyona ava Baxozê li herêmê wekî yekemîn stasyon e û ger were sererastkirin dê barên welatiyan sivik bike."

El-Ubêd wiha domand: "Sererastkirin ji xebatên sivîl dest pê dike ku ew jî sererastkirina dîwarên derve yên stasyonê, kuç û avakirina depoyên parzûnkirinê; her wiha sererastkirina jenatoran û avakirina odeyekê jê re, di heman demê de xebatên kehrebe û mîkanîkê yên ku pêwîstiya stasyonê pê heye; jê dayîna kehrebê ku 24 saetan xizmeta herêmê bike, sererastkirina filterên stasyonê, siwarkirina alavên dezenfektekirinê û alavên klorê da ku bilindbûna rêjeya qirêjiya avê ya ji ber kêmbûna miqdarê av çêbûye, ji ber ku dewleta Tirk ava Firatê qut kiriye,  çareser bike."

El-Ubêd ev li gotina xwe zêde kir: "Li aliyekî din jî kompleksên pompeya xav ku di saetekê de 160 metrekab bide hat leckirin, niha tê sererastkirin û dê di nava 45 rojan de bikeve xizmetê, di heman demê de dê tora belavkirina avê jî were sererastkirin û dê ji stasyonê bidin herêmê ku dirêjbûna wê digihêje 15 km."

Nûredîn Salih El-Ubêd piştrast kir ku xebata sererastkirina stasyonê berdewam dike û dê di demeke pêş de bikeve xizmeta şêniyan.

ꞌAZARÊN JI BER KÊMBÛN Û QIRÊJIYA AVÊꞌ

Mihemed El-Taimê yê ji bajarokê Baxozê axivî û got: "Ji ber stasyona ava Baxozê ji xizmetê derketiye me zehmetiya peydakirina ava vexwarinê ya bi rêya sehrîcan dikişand û hîn jî ji ber qutkirina avê  berdewam dike, nexasim piştî rêjeya qirêjiyê ya ava Firatê ya li bajarokê Baxozê zêde bû, ji ber ku di nava erda Sûriyê de ew herêma dawî ye ku av digihêje wê, li aliyekî din jî ji ber buhaya depoyên avê lêçûna madî bargiranî ye."

Rêjeya qirêjiyê li ava Firatê zêde bûye, ji ber ku av hatiye qutkirin û di saniyê de tenê 185 metrekab tê berdan anku derdora ji çaran yek ji para Sûriyê ya ji ava Firatê ye.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Taimê ev li gotina xwe zêde kir: "Pêwîstiya me îro bi xebitandina vê stasyonê heye, nexasim ku em 5 permîlan bi 6 hezar lîreyên Sûriyê dikirin û têra du rojan nake jî, li aliyekî din jî bêhna genî û qirêjî berbelav dibe, ji ber ku av werkî berê naherike."

Ev proje destpêka projeyên aktîf û girîng e ku Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Gundewarên Rojhilatê Dêrazorê li herêmê pêk bîne da ku xizmeta wê bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t3Xhn-BHvJA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>