Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin ser li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir
3 hezîran, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin jî nîvco mabû.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal jî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin.