`Armanca êrişên dewleta Tirk, şikandina berxwedana gel û jinan e`

Jinên Hesekê û Tirbespiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkbirina berxwedana gel, şervan û îradeya jinan e.

`Armanca êrişên dewleta Tirk, şikandina berxwedana gel û jinan e`
3 hezîran, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN- HENAR ÎBRAHÎM-KADAR ÎBRAHÎM

Artêşa dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê ve, êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bêyî ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê encamekê bi dest bixin, didomîne.

Yek ji rêveberên Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a kantona Hesekê, Rejaa Îsmaîl, got  armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nûkirina terora xwe, şikandina berxwedana gel û gerîlayan, her wiha şikandina vîna jinên azad û qelskirina rihê welatparêziyê ye.

/ar/uploads/files/2021/06/03/063356_rjaa-ismaayl.webp

Reja Îsmaîl wiha domand: "Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewama komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Rejaa Îsmaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya neteweya demokratîk, ku xizmeta hemû gelan dike, ditirse.

ٌRejaa Îsmaîl diyar kir beşdariya jinan di vê berxwedan û sekna li hember dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêz û vîna xwe metirsiyek ji dagirkeriyê re çêkir.

Rejaa Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de, berxwedana hêzên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê silav kir.

`EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN`

/ar/uploads/files/2021/06/03/063341_khnaf-shmw.webp

Şêniya ji navçeya Çilaxa, Xunav Şemo diyar kir ku bi hezar salan e gelê Kurd xwedî vîn û ax e, her wiha wekî gelên din banga maf û azadiya xwe dikin. Lê dewleta Tirk, gelê Kurd wekî  xetereyekê ji siyaseta xwe re dibîne, ji ber vê yekê şerê Kurdan dike.

Xunav Şemo wiha gotina xwe berdewam kir: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewama êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca qirkirina gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Xunav Şemo bêdengiya rêxistinên mafên mirovan der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayên Zap, Avaşîn û Metînayê de şermezar kir û got ew bi vê yekê beşdariya xwe di êrişan de misoger dikin.

Xunav Şemo diyar kir ku berxwedana hêzên gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke qehremanî ya ku li dijî sêyemîn dewleta herî bihêz di cîhanê de û bikaranîna  çekên pêşketî ye. Gerîla vîna xe ji qurbaniyên şehîdan digire.

Xunav Şemo di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gelê Kurd dê tu êrişkariyê qebûl neke û dê bê deng nemîne û têkoşîna xwe bidomîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wjJXGMHrsBA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UXenn9Oc7d0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>