Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê, sersaxî dan malbata şehîd Ebdullah El-Receb û detnîşan kir ku heta serkeftin pêk were û axa dagirkirî hemû rizgar dibin dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Em ê şopdarên rêya şehîdan bin
2 hezîran, 2021   11:11
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê, îro berê xwe dan konê sersaxiyê ya li gundê Xirêqa yê bakurê Tirbespiyê û sersaxî ji malbata şehîd Ebdullah El-Receb, endamê Hêzên Xweparstinê re xwestin.

Mersîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê hevserokatiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hecî Ferha, li ser navê Kongreya Star Meha El-Mûtlaq û li ser navê malbata şehîd Nûrî El-Receb axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd Ebdullah El-Receb re xwestin. Her wiha bal kişandin ser rola şehîdan di parastina ax û gelê xwe de û gotin bi saya hevgirtina civakî ev destkeftî hatin bidestxistin û heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî dê hevgirtina xwe dewam bikin.

Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan heya ku serfirazî pêk were û axa dagirkirî hemû rizgar dibe dan.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Şehîd Ebdullah El-Receb di 24'ê Gulanê de li navçeya Şedadê ya Hesekê, şehîd bûbû.

(dx)

ANHA