Li Serêkaniyê gel ji sûcên çeteyên dewleta Tirk ne razî ye

Di vîdeoyekê de ku ajansa me bi dest xist, diyar dibe ku ji ber ku çeteyên dewleta Tirk veguhêzên kehrebeyê dizîne, şêniyên gundewarên rojhilatê Serêkaniyê nerazîbûna xwe nîşan didin û li dijî wan derketin xwepêşandanê.

Li Serêkaniyê gel ji sûcên çeteyên dewleta Tirk ne razî ye
2 hezîran, 2021   11:34
HESEKÊ

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihand ku bi sedan şêniyên gundê El-Menacîr, El-Ehras, El-Amriyê û gelek gundên din beriya çenda rojan ji ber ku çeteyan veguhêzên kehrebeyê dizîne, derketin xwepêşandanê.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku dizî heta niha berdewam e.

Di vîdeoyê de ku ajansa me bi dest xistiye, eşkere dibe ku gel ji ber ku çeteyan veguhêzên kehrebeyê dizîne û kehrebe li ser wan qut kiriye, ne razî ne.

(dm)

ANHA