Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin

Malbatên şehîdan ên navçeya Çilaxa ya herêmê Cizîrê di meşekê de piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fedakariyên keç û xortên herêmê gelek destkeftî hatin bidestxistin. Her wiha diyar kir ku ew dê piştgiriya berxwedana gerîla bikin.

Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin
Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin
Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin
Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin
Malbatên şehîdan: Em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin
2 hezîran, 2021   11:05
 QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê gerîla derbeyên giran li wan didin, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî di topbarana xwe ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi kar anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û sûcên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek organîze kir û destnîşan kir ku ew dê piştgiriya berxwedana gerîla bikin ku heta niha berdewam e.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Mehsûm dest pê kir. Meş li qada geracê ya li naverasta navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî El-Elî axivî û diyar kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kir da ku herêmên xwe rizgar bikin û jiyaneke birûmet ji gelê xwe re peyda bikin.

El-Elî da xuyakirin ku bi berxwedana gerîla dê bi saya piştgiriya malbatên wan berdewam bike û dê her tim şopdarên rêya wan bin heta ku hemû herêmê rizgar dikin.

Di mîtîngê de şêniyan berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir.

(dm)

ANHA