‘Pêşeroj diaxive’: Armanc eşkerkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk e

Însiyatîfa “Pêşeroj diaxive” ya ku xwendekarên Zanîngeha Rojava daye destpêkirin, yek ji armancên xwe ew e ku sûc û dagirkeriya ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, eşkere bike.

‘Pêşeroj diaxive’: Armanc eşkerkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk e
2 hezîran, 2021   06:38
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 25`ê Gulanê de xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê însiyatîfek bi navê “Pêşeroj diaxive” da destpêkirin.

Têkildarî armanc û planên însiyatîfê, endamê însiyatîfa “Pêşeroj diaxive” Mistefa Hisên diyar kir ku ew wek xwendekarên Zanîngeha Rojava dibînin ku cîhan di rewşeke metirsîdar re derbas dibe, vê yekê jî hişt ku ew vê însiyatîfê ragihînin.

Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine û kiryarên dermirovî li wan herêman pêk tîne û wiha got: "Ji bo vê yekê metirsî ji ber dagirkerî û sûcan li ser pêşeroja me heye."

Hisên wiha domand: “Me bi vê însiyatîfê xwest ku rê li ber vê dagirkeriyê bigirin, di heman demê de em ê bi rêya vê însiyatîfê re, deng û helwesta xwe ji xwendekarên cîhanê re eşkere bikin.”

Mistefa Hisên da xuykirin ku bangewaziya wan ji bo xwendekarên cîhanê bi tevahî heye da ku piştgiriya însiyatîfa wan bikin û wiha domand: "Têkiliyên me bi zanîngehan re hene, êdî em dixwazin têkiliyên xwe ji asta Rojavayê Kurdistanê derxin û bigihêjin Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî da ku em xwe bigihînin xwendekarên cîhanê."

Hisên da zanîn ku dewleta Tirk a qirker her ku dem derbas dibe dagirkeriya xwer berfirehtir dike û dibe ku deverên din jî dagir bike û wiha domand: "Bi qasî ku ji destê me were, em ê hewldanên xwe bikin da ku em van kiryaran eşkere bikin."

Mistefa Hisên diyar kir ku wan wek gava pêşî têkiliyên xwe bi Zanîngeha Kobanê re ava kirine da ku ew jî tev li insîyatîfê bibin.

Hisên anî ziman ku jinên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve li Lîbyayê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rastî destdirêjiyê tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eşkerekirina vê yekê jî armancek ji armancên me ye."

ANHA    

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nz2_e3xJstM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>