'Divê civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike'

Endamê rêveber ê nivîsgeha PYD’ê ya Şedadê Mihêdî El-Dixîm got "Divê civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ku li ser vîna pêkhateyan hat damezirandin û destkeftiyên rasteqîn pêk anîn.''

'Divê civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike'
2 hezîran, 2021   06:49
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Mihêdî El-Dixîm destîşan kir ku Rêveberiya Xweser rêya yekane ya xilaskirina Sûriyê ji  aloziyê ye û got kombûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora rêveberiyê ji her kesî ve eşkere ye.

El-Dixîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser modela rasteqîn a Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn e û wiha got: "Tevî hemû barên ku hilgirtine û derfetên wê yên kêm, pêngaveke baş bi xebata xwe ya rêxistinî û rêvebirinê de di 4 salên borî de pêk anî."

Mihêdî El-Dixîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser modeleke bêhempa ye û pêwîstiyên civaka xwe pêk anîn û piştevaniya sereke ya her pêkhateyan li ser bingeha jiyana hevbeş kir.

Endamê rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Şedadê Mihêdî El-Dixîm wiha got: "Dem hatiye ku civaka navneteweyî bi şêweyekî fermî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ku bi vîna pêkhateyên herêmê hat damezirandin û di demeke kurt de gelek destkeftî pêk anîn."

El-Dixîm eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên civaka sivîl ku bi rêya gel ve tên birêveberin, li ser tevahî astan di serî de jî aborî û tenduristî gelek xizmet pêşkêşî gel kirin. El-Dixîm got Rêveberiya Xweser barên mezin ku dewletên mezin nikaribûn rakin, hildigire û kampên ku bi rê ve dibe, mînaka vê yekê nîşan da.

El-Dixîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê bi lez îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin û wek rêveberiya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û balyozxaneyên dewletên dost li ser xaka wê werin vekirin."

(fr)

ANHA