​​​​​​​Koçberekî Serêkaniyê: Çeteyan bi buhayê milyarekê mal û milkên min dizîn

Ji yek qurbaniyên sûcên dagirkerî û çeteyên dewleta Tirk ê li Serêkaniyê diyar kir ku mal û milkên wî bi buhayê zêdetirî milyarek lîreyê Sûriyê hatin dizîn û piştrast kir ku çeteyan bi xwe jê re got ew ji bo dizîn û talankirinê derbasî herêmê bûne.

​​​​​​​Koçberekî Serêkaniyê: Çeteyan bi buhayê milyarekê mal û milkên min dizîn
2 hezîran, 2021   06:34
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Ji dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji Cotmeha 2019’an û dagirkirina wê ve, herêm di guhartina demografiyê re derbas dibe, şênî tên koçberkirin û malên wan tên desteserkirin, piştre nahêlin şênî vegerin malên xwe û her sivîlekî dikeve destê wan fîdyeyan ji bo serbestberdanê dixwazin.

Ajansa me bi sedan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Serêkaniyê belge kirin û hevpevyîn bi gelek qurbaniyên van sûcan re çêkirin.

Koçberê bi navê Ebdulhekîm Silêman ê ji gundê Ebd El-Selam ê li rojhilatê Serêkaniyê yek ji qurbaniyên sûcên dewleta Tirk a dagirker e, li ser zirar û ziyanên ku çeteyan bi mal û milkên wî kirine, axivî.

Silêman wiha got: "Gelek mal, erd û alavên me yên çandiniyê hebûn û niha di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne, tenê çend pezên min hene."

Ebdulhekîm Silêman ji ajansa me re li ser hûrgiliyên sûcên ku li dijî wî pêk hatine, axivî û wiha got: "Zeviya min bi rûbera 2 hezar û 400 donim bû, hem bejî hem avî bû. Min berhemên zivistan û havînê diçandin, ji wê zêdetir tevahî cureyên sebze û fêkiyan diçandin. Ev tevahî mewsim di berhemdayînê de bûn. Bi hatina terorîstan re me li peyî xwe hiştin û revîn. Her wiha alav û amûrên çandinî û gelek depoyên ku min tov û semad depo kiribûn hebûn û buhayê wan zêdetirî milyarek lîreyê Sûriyê bû."

Silêman wiha li gotina xwe zêde kir: "Zirara ku bi min bûye, me her tişt winda kir, me keda bi deh salan winda kir. Em wekî koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê spî rastî koçberkirin û zirarkirina tevahî milkan hatin, malbata ku herî kêm zirar dîtiye, nêzî 200 milyon lîreyê Sûriyê ye."

‛ARMANC DIZÎN E'

Di dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kiribûn de Silêman hat dîlgirtin. Têkildarî mijarê, Silêman got: "Dema ez ketim destê çeteyan, pirsa yekemîn ku çeteyekî  ji Idlibê ji min kir; got tu Kurd î yan Ereb î?"

Silêman wiha got: "Piştî çeteyan zanî ez Kurd im, gotin em ê neteweya te biguherin da ku tu bibî Ereb. Çeteyan got ew tu cudahiyê naxin navbera Kurd û Ereban, lê belê xema wan pere ye, dizîn û desteserkirin e."

Ebdulhekîm Silêman destnîşan kir ku herî zêde pêkhateya Kurd rastî ziraran tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyan niyet dikir ku erebeya min bibin. Min got erebeyeke leşkerî li wir heye û dema berê xwe dan wir, ez revîm. Ez neçar mam ku li wan derewê bikim, da ku birevim û jiyana xwe rizgar bikim. Sivîl bi giştî tenê dixwestin xwe rizgar bikin, mal û milkên xwe li pey xwe hiştin. Sivîlan texmîn dikir ku derketina ji mal û gundan demekî ye, bi dema du roj û sê rojan e."

Silêman li ser bûyereke ku bi xizmekî wî re çêbûye, ev agahî dan:" Ji beriya demekê xizmekî min dixwest biçe mala xwe, da ku alavên yên pîşesazî derxe, lê çeteyan birin navenda xwe. Çeteyan li hember serbestberdanê 13 hezar dolar xwestin. Sivîlekî din bi navê Ebdulbaqî Hac Beşîr heye, ew jî çû mal û çeteyan girt û îşkence kir, lê piştî dayîna fîdyeyê ew berdan."

Komên çete sûcên xwe li Serêkaniyê bi çavdêriya yekser a MÎT’a Tirk pêk tînin.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qZc0mNbjoNk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>