​​​​​​​'Qutkirina ava Firatê bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide'

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk, Arif Ebdo got bêçaretiya dewleta Tirk a şikandina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hişt ku qutkirina avê wekî çekek li dijî sivîlan bikar bîne.

​​​​​​​'Qutkirina ava Firatê bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide'
2 hezîran, 2021   00:47
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker ji 27'ê Çileyê ve dest bi kêmkirina miqdareke mezin a ava Çemê Firatê kir.

Der barê mijarê de, Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Arif Ebdo bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagiker û got: "Dewletên otorîter da ku bigihêje armancên xwe yên bêexlaq, di serî de dewleta Tirk a dagirker, hemû rêbazên li dijî gelê Sûriyê bi giştî didin pêk tîne.

`QUTKIRINA AVÊ NÎŞANA BÊÇARETIYÊ YE`

Ebdo wiha domand: "Di van demên dawî de, piştî ku komploya ku bi êrişên leşkerî dest pê kir bû, têk çû, dewleta Tirk bêçare ma, ji ber vê yekê qutkirina ava Çemê Firatê wekî çek li dijî sivîlan bi kar anî da ku wan neçar bike ku serî bitewînin. "

Ebdo destnîşan kir ku hemwextî qutkirina ava stasyona Elok û kêmkirina ava Çemê Firatê ne tesadufî ye, her wiha daketina asta Çemê Firatê bi qasî 3 metreyan karesatek jîngeh û mirovî ye.

Derbarê armanca van sûcan de, Arif Ebdo got: "Di vê havînê de, hewcedariya çandiniyê bi miqdarên mezin ên avê heye, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev dê zirarê bigihîne zeviyan."

Arif Ebdo ev sûc weke zextên jeopolîtîk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bi nav kir.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk, Arif Ebdo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê me êdî li ber van lîstokên dewleta Tirk serî natewînin. Pêwîst e aliyên navneteweyî û rêxistinan ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mirovî, destwerdanê bikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m-RFQYpmXh8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>