​​​​​​​Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn: Ji ber qutkirina avê hejmara nexweşan zêde bûye

Mudirê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê diyar kir ku di Gulanê de hejmara kesên bi avê jehr bûne bi awayekî ber bi çav zêde bûye.

​​​​​​​Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn: Ji ber qutkirina avê hejmara nexweşan zêde bûye
2 hezîran, 2021   03:19
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li paş bendavên xwe digire, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karesteke mirovî û hawîrdorê re rû bi rû maye. Dewleta Tirk li ber çavên civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî van sûcan dike ku tu helwestekê nîşan nade.

Ji ber qutkirina avê, azarên şêniyên herêmê mezin bûn û bi şerekî nû li dijî herêmê û ewelehiya wê tê binavkirin.

Der barê mijarê de Mudirê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Dr.Hesen Emîn behsa metirsiyên qutkirina avê li ser herêmê kir.

Emîn destpêkê wiha got: “Em hemû dizanin ku bi hatina havînê re hinek nexweşiyên rûviyan derdikevin. Lê îsal ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve kehrebe peyda nabe, li gel bilindbûna pileyên germahiyê û ji ber qirêjbûna avê di encama qutkirina ava stayona Elokê de gelek kez nexweş bûn.”

'ÇEMÊ XABÛR VEGUHERÎNE ÇIRAV KU BÛYE JÊDERA NEXWEŞIYAN'

Dr.Hesen Emîn wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Xabûr qut kir. Pê re çem veguherî çiravên biçûk û êdî bûye jêdera nexweşiyan û mîkroban. Nexweşiya pir belavbûyî Laşmanya ye.”

Dr.Emîn destnîşan kir ku dewleta Tirk li rex qutkirina ava çeman, ava vexwarinê li ser herêma Til Temir û Hesekê qut dike, ji ber wê şênî nikarin bi awayekî rêk û pêk malên xwe paqij bikin û heta serê xwe bişoin ji ber wê nexweşî belav dibin.

Emîn bal kişand ser hejmara nexweşan û got di meha Gulanê de ji ber qutbûna avê û qirêjbûna wê gelek kes bi avê jehr bûne û îltîhabê ketine hatine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn bi taybet zarok.

Dr.Emîn sûcên dewleta Tirk bi hewldanekê ji bo qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê binav kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EPlOfBoqGFA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>