​​​​​​​El-Beydanî: Çavên Tirkiye li Hewlêrê ye û dê baregeheke sereke li Rojhilata Navîn ava bike

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî hişyarî da ku Tirkiye hêdî hêdî xaka Iraqê qut dike û armanca wê kontrolkirina Mûsil, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê  ye. El-Beydanî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze baregeheke leşkerî ya hewayî li wir ava bike ku di Rojhilata Navîn de ya sereke be.

​​​​​​​El-Beydanî: Çavên Tirkiye li Hewlêrê ye û dê baregeheke sereke li Rojhilata Navîn ava bike
2 hezîran, 2021   04:14
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta dagirker a Tirk hewl dide herêmên xwe yên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê li ser hesabê gelên herêmê berfireh bike. Êrişên wê yên ji 23 'yê Nîsanê ve yên li ser Herêmên Parastinê yên Madyayê di vê çarçoveyê de pêk tên.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gel tawanên li dijî hikumeta Bexda û Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) ku bi dewleta Tirk re hevkar in didomin.

Di çend rojên derbasbûyî de hêzên PDK'ê çalakiya mertalên zindî ya bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê qedexe kir.

`DAGIRKERIYA TIRK NE NÛ YE`

Di vî warî de lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî got:” Tişta nû çi ye? Ji 2003`yan ve piştî ku Amerîkayê Iraqê dagir kir, Tirkiyê herêmên Iraqê dagir kir û herêmên berfireh kontrol kirin.”

El-Beydanî wiha domand: “Di van hemûyan de tişta nû ew e ku dewleta Tirk sê enî vekirin, yek ber bi sînroên Sûriyê ve, ya din ber bi Qendîlê ve û ya sêyemîn jî ber bi sînorên Îranê ve. Dibe ku hinek enî zêde germ bin, nexasim eniya li Sûriyê . Lê hinek tevgerên wê ber bi Îranê ve hene dibe ku ji ber xwezaya wir hinek hêdî bin.”

'KÎ BI DAGIRKERIYA TIRK RE KOODÎNE DIKE?'

El-Beydanî di hevdîtina xwe de gelek pirs kirin jê; Gelo artêşa Tirk bi piştgiriya hikumeta Iraqê ve tev digere? gelo bi koordîneya hikumeta Başûrê Kurdistanê wisa dike?

El-Beydanî got: “Diyar e ku artêşa Iraqê li herêmên mîna Başûrê Kurdistanê tune ye, ew herêm di bin kontrola partiyên kurdî (PDK û (Yekitî Niştimanî Kurdistan KNK`ê) de ne. Hêzên Tirk li herêmên di bin kontrola PDK`ê de tev digerin. Dibe ku koordîne di navbera PDK û artêşa Tirk a dagirker de hebe.”

` TIRKIYÊ JI KERKÛR, SILÊMANÎ Û HEWLÊRÊ ÇI DIXWAZE?`

Têkildarî armancên van tevger û êrişan El-Beydanî wiha axivî: "Armanca eşkere mîna ku siyasetmedarên Tirk behsê dikin tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, Tirkiyê eşkere dike ku ev yek bi koordîneya aliyên kurdî yan jî hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê pêk tê."

Li gorî El-Beydanî hikumeta Iraqê li derveyî vê plane ye. Ji ber ku hegemoya wê li ser herêma behsa mijarê qet tune ye. Yanî koordîne bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re pêk tê ku naxwaze li hemberî Tirkiyê bisekin ji ber ku baş dizane ku encamên wê yekê çi ne.

Lê El-Beydanî ev pirs pirs kir: “Gelo bi rastî dewleta Tirk dixwaze van herêman kontrol bike da ku xetereya PKK`ê tune bike û nehêle çalakiyan pêk bîne? Bersiv ew e ku dewleta Tirk ji salan ve bi rêya daxuyaniyên rayedarên xwe piştrast dike ku ew armanc dike herêmên ku Tirkiye weke ku herêmên xwe ne dibîne kontrol bike. nemaze herêma Mûsilê bi giştî ku li gorî stratejiya Tirkiye ev herêmê ji Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê heta bigihêje herêmên hegemoya turkmenî pêk tê.”

`TIRKIYE AMADEKIYÊN AVAKIRINA BAREGEKE LEŞKERÎ Û HEWAYÎ DIKE `

El-Beydanî wiha nirxandina xwe domand: “Yanî qutkirin hêdî hêdî pêk tê û bi avakirina 4 baregehan dest pê kir ku niha ji wê hejmarê bi pirî zêdetir e. Heta baregehek heye ku hikumeta Tirk dixwaze firehtir bike da ku li ser asta Rojhilata Navîn bibe baregeha herî sereke. Dibe ku tê de baregeheke hewayî jî ava bike ku ji wir bi rêya dronan êrişan pêk bîne.”

Der barê serketina vê armancê El-Beydanî wiha got: “Bi rastî gelek xeterî hene. Ji ber ku gelê herêmê û heta rêveberên PDK`ê vê yekê red dikin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî redkirineke xurt heye dibe ku di encamê de çalakî li dijî karwanên Tirk çi bi rêya êrişkirina baregehan an jî topbarankirin bi guleyên katyoşka pêk werin. Ev yek ji bo Tirkiye metirsî ne. Lew ra dewleta Tirk ji vê belavbûnê û zêdekirina hejmara baregehan dixwaze aliyên ku hewl didin êrişê wê bikin biwestîne.”

`TIKRIYE MIJULBÛNA CÎHANÊ BI ŞERÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ DE BI KAR ANÎ`

El-Beydanî wiha lê zêde kir: "Tişt pir tevlihev in. Tirkiye ji krîzên ku li herêma Rojhilata Navîn bi taybet pirsgirêka Filistînê û êrişa li dijî gelê Filistînê yê sivîl û mijûlbûna cîhanê ya bi vê pirsgirêkê sûd girt. Ji ber vê yekê bêyî hişyarkirin bi lez êrişî gelek dever û eniyan kir. Heta krîzên ku berê afirandibûn bi lez kûrtir dibûn. Yanî krîz rû dan mîna kirîza li rojhilatê Deryayê Spî û aloziya Lîbyayê. Di heman demê de dev ji destwerdana li herêmên bakurê Iraqê berneda. Dibe ku Azerbaycanê teşwîq bike ku êrişî Ermenistanê bike û niha rewşa di navber he duyan de xirabtir dibe."

`ERDOGAN SIYASETA AMERÎKAYÊ PÊK TÎNE`

El-Beydanî anî ziman ku Erdogan siyaseta Amerîkayê pêk tîne û wiha pê de çû: "Siyaseta wî hema bêje li gorî stratejiya Amerîka ya ku Hemasê vehewîne û ji bin sîwana Îranê derxe, bi rêya piştgiriya ku derfet jê re hatiye dayîn ji vê rêxistinê re pêşkêş bike û Îranê bi tenê bihêle.  Wekî niha li Iraqê rû dide, hewl didin Iraqê ji Îranê veqetînin. Her wiha Hemas ji Îranê veqetînin. Welatên Ereb ên wekî Urdin û Misirê nêzî Iraq û Erebistana Siûdî dikin."

`DEWLETA TIRK XWE DIXE RISKÊ Û DÊ BI DIJBERIYEKE XURT RE RÛ BI RÛ BIMÎNE`

Di dawiyê de lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr.Cewad El-Beydanî got: “Em rewşê dişopînin lê tiştekî li ser ava nakin. Lê em dibêjin heke Tirkiye di vî milî de wisa biçe dê bi dijberiyeke xurt re rû bi rû bimîne. Dibe ku ev dijberî veguhere dijberiyeke çekdarî.”

(şx)

ANHA