ROJEVA NAVENDA NÛÇEYNA A 02-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYNA A 02-06-2021'AN
1 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Çilaxa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, meş ji çerxerêya Şehîd Mahsûm dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Efrînê ya kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo çalakiyên grava birçîbûnê yên di zîndanên Tirkiyê de anîn ziman û got: "Têkoşîna me bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan berdewam e.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mudirê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê diyar kir ku di Gulanê de hejmara kesên bi avê jehr bûne bi awayekî ber bi çav zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yek ji qurbaniyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Serêkaniyê diyar kir ku dagirkeran bi qasî milyareke lîreyên Sûriyê milkên wî dizîn û li xwe mikur hatin ku dizîn ne. Her wiha destnîşan kir ku çete şêniyan direvînin û fidyeyê ji malbatên wan dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî hişyarî da ku Tirkiye hêdî hêdî xaka Iraqê qut dike û armanca wê kontrolkirina Mûsil, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê  ye. El-Beydanî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze baregeheke leşkerî ya hewayî li wir ava bike ku di Rojhilata Navîn de ya sereke be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfeya Jinên Azad a Sûriyê têkildarî rewşa tenduristiyê li herêmê bi tayber ya jinan semînerekê li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 01:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk, Arif Ebdo got bêçaretiya dewleta Tirk a şikandina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hişt ku qutkirina avê wekî çekek li dijî sivîlan bikar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê nivîsgeha PYD’ê ya Şedadê Mihêdî El-Dixêm got: "Divê civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ku li ser vîna pêkhateyan hat damezrandin û destkeftiyên rasteqîn di demeke kurt de pêk anîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Bermahiyên şerê ku li Xezayê rû dabû jiyanê asteng dike û gelek kolanên sereke girtine. Di demekê de ku xebatên rakirina bermahiyan didomin, ciwanên dilxwaz alîkariya şaredariyê dikin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk panelekê li Tebqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koperatîf ji bingehên aboriya civakî ye û armanca wê geşkirina aboriya civakê ku her ferd tê de beşdar dibe û qezeca wê li her parve dikin. Bi wê re sûdekê li civak û aboriya wê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê sersaxiyê ji malbata gerîlayê HPG'ê Şervan Kobanê re dixwazin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA