Kongreya Kombûna Jinên Zenûbiya bi dawî bû

Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya piştî nîqaşên li ser rêzikname, hilbijartina rêveberiya herêmên Reqa, Minbicê, Tebqayê bi encamnameyê bi dawî bû.

Kongreya Kombûna Jinên Zenûbiya bi dawî bû
1 hezîran, 2021   18:51
REQA

Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiyayê vê sibehê bi beşdarbûna 150 nûnerên jin ên saziyên leşkerî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Piştî axaftinan, kongrê bi nîqaşên li ser bendên rêziknameyê ku ji aliyê beşdaran ve hatin pêşniyarkirin dewam kirin.

Piştre tevahî bendên rêziknameyê hatin erêkirin.

Di kongreyê de rewşa rêxistinî ya jinan hate nirxandin.

Piştre rapora çalakiyên jinan ên li ser asta Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Nesrîn El-Hesen  ve hate xwendin.

Nesrîn El-Hesen bal kişand ser rewşa jinan di aloziya Sûriyê de û wiha got: "Bi rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jinan dest bi xwebirêxistinê kir, li hemberî merc û astengiyan sekinîn û ji bo mafên xwe dest bi têkoşînê kir, xwe di nava rêveberî û meclisên taybet de bi rêxistin kir û hevgirtina xwe ava kir. Li ser vê yekê serkeftin bi dest xistin."

Nesrîn El-Hesen têkildarî rewşa rêxistinî ku di raporê de hatiye parvekirin, bal kişand ser xebatên jinan li her çar herêman, erka ku di rêveberiyê de girtiye û têkoşîna ku pêk aniye.

Piştre rêziknameya kombûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Jinan a Dêrazorê Şehrezad El-Casim ve hate pêşkêşkirin ku tê de îşaret bi van xalan hatin kirin: "Kombûna Jinên Zenûniya rêxistineke siyasî, rastqîn, civakî û ekolojîk a jinan, hemû jinên ji hemû gel û çandên li Sûriyê di nav de cihê xwe digirin. Kombûna ji bo yekkirina enerjiya jinên Sûriyê û pêşxistina rewşa wan di hemû astan de, her wiha li dijî hemû cûre qirkirina fîzîkî, çandî dixebite û ji bo pêkanîna nirxên civakî, edalet, wekhevî û beşdarkirina jinan di jiyana giştî de dixebite."

Li ser armancên kombûnê, navenda wê, rêgezên wê yên giştî nîqaş çêbûn. Hate gotin ku dê navenda sereke  ya kombûnê li bajarê Reqayê be, ji rêgezên wê pêşxistin û parastina nasnameya jin e ku têkoşîna biratiya gelan û nirxên civakî yên demokratîk ji xwe re bingeh digire.

Piştre sinevîzyonek li ser xebatên jinan ên salên borî li her çar herêman hate pêşandan û peyamên pîrozbahiya kongreyê yên Partiya Sûriya Pêşerojê, Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Her wiha, 7 rêveberên Kombûna Jinên Zenûbniyayê yên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê hatin hilbijartin. Rêveber ev in: "Xûd El-Îsa, Nesrîn El-Hesen, Şehrezad El-Casim, Fatima Behbûh, Xada Hemîd, Meryem Îbrahîm û Sozdar Qasim.

Di dawiyê de endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xûd El-Îsa encamnameya kongreyê xwend.

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

"Îro Kombûna Jinên Zenûbiya kongreya xwe ya damezrîner bi derbasbûna 10 salan di ser dirêjahiya aloziya Sûriyê re li dar xist. Li Sûriyê tu hêvî pêk nehatin, hîna jî azarên Sûriyê kûr hene û asoyên çareserkirinê girtî ne. Ew jî di encama pêkanîna siyasetên rejîmê yên çewsîner û muxalifê ya ku pişta xwe dide ajandeyên derve de ye. Bi wê re gelek sûrî bûn qurbanî, hewayek ji destwerdanên herêmî û navneteweyî re hat dabînkirin, rêxistinên tundra mîna DAIŞ’ê derketin û qada Sûriyê bû qada nakokiyên cîhanê.

Lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe di îsbatkirina xwe û rêxistina xwe li ser tevahî astan de list, destanên qehremantiyê di rizgarkirin û têkbirina rêxistina herî terorîst de nivîsandin. Bi wê re şoreşa jinan li ser vê erdnîgariyê li dar xist û zemîneke hevbeş di têkoşîna jinan de ji bo çareserkirina dozên civakî û birêvebirina merheleyê de afirand.

Ji bo tecîdarkirina van serkeftinan, em îro damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya radigihînin, da ku bibe pêşengê bingehîn ê hêvî û berjewendiyên jinên Sûriyê.

Daxuyanî bi xwendina gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ne;

Têkoşîna li ser şopa tevahî jinên canê xwe di oxra azadiya jinan û welat de daye were bilindkirin û bibe çavkaniya hêz di jiyanê de.

Rawestandina şer û pêkanîna aştiya mayînde li Sûriyê û serbestberdana tevahî girtiyan, winda û eşkerekirina çarenûsa wan û xebata li ser vegerandina koçber û penaberan.

Divê li gorî pîvan, mîsaqên navneteweyî û biryarên wê pabendî bi mafên jinan were kirin.

Rakirina dosyayên sîuqastkirin û kuştina jinên sivîl ji dadgehên navneteweyî re û şopandina wan dosyayan.

Divê jin beşdarî xebata siyasî ya bi çavdêriya NY’yê li gorî biryara navneteweyî ya 1325 bibin.

Bidawîkirina tevahî dagirkirinên li Sûriyê bi taybet dagikeriya Tirkiyê, bi rêya NY’yê û aliyên navneteweyî yên têkildar.

Pêkanîna hemleyên rêxistinî û fikirî ji bo xwegihandina tevahî jinan, rêxistinkirina wan û xurtkirina wan li ser tevahî astan.

Divê xebata li ser bilindkirina têkoşîna li dijî tevahî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û aliyên dijber were kirin.

Divê têkoşîna li hember tevahî şêweyên tundî û nijadperestiya li dijî jinan were bilindkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gcHuv5vgQN0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>