KNK'ê bi 5 partiyên Başûr re civiya

Hevdîtinên şandeya KNK'ê li Başûrê Kurdistanê didomin. Şande îro bi 5 komên partiyên siyasî  re yên di nava parlementoyê de civiya û behsa dagirkeriya Tirk kirin.

KNK'ê bi 5 partiyên Başûr re civiya
1 hezîran, 2021   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdanên Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di çarçoveya yekitiya neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê de didomin.

Şandeya KNK’ê ku ji Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Zeyneb Mistefa, Raman Mecîd û Bêkes Qadir pêkt ê, serdana Parlementoya Herêma Kurdistanê kir.

Şande bi koma Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Nifşê Nû re civiya.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad der barê naveroka civînan de ji Rojnews’ê re diyar kir wan di derheqê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivîne.

Zeyneb Murad destnîşan kir ku hewldan hene da ku parlemento li ser mijara dagirkeriyê bicive û bikare li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe.

Her wiha da xuyakirin ku  hinek alî hewl didin tenê mijara dar birînê têxin rojevê, lê divê were zanîn darbirîn û şewitandina xwezaya Kurdistanê di encama dagirkeriyê de tê kirin.

Hevseroka KNK’ê got: “Pêwîst e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestek eşkere hebe û parlemento bikare li ser asta navnetewî li dijî dagirkeriyê bi rola xwe rabe.”