‘Divê rêxistin û saziyên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk bêden nemînin’

Siyasetmedarên Kurd got bêdengiya hikumetên Bexda, Şam û rêxistinên navneteweyî li hemberî siyasetên dewleta Tirk tê wateya erêkirina siyaseta dewleta Tirk a pêkanîna sûcan li dijî gelê herêmê.

‘Divê rêxistin û saziyên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk bêden nemînin’
1 hezîran, 2021   08:03
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk qutkirina ava çemê Firatê li ser gelê Sûriyê û Iraqê didomîne û bi vê yekê jiyana bi milyonan kesî dixe xetereyê. Hikumeta Iraqê, hikumeta Sûriyê û civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk de, bê deng in.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Kamîran Ginco wiha got: "Armanc ji qutkirina ava çemê Firatê ku îradeya Rêveberiya Xweser bi rêya hedefgirtina îradeya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li derdora wê kom bûne, lewaz bike."

Kamîran Ginco destnîşan kir ku qutkirina ava Firatê li ser milyonan kes kiryareke terorîstî ye ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyê pêk tîne û anî zima ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Ginco wiha domand: "Hikumeta Iraqê der barê binpêkirinên li dijî gelê xwe de bê deng e. Her wiha hikumeta Sûriyê jî bê deng e. Bêdengiya ji aliyê her du hikumetan tê wateya erêkirin ji dewleta Tirk re da ku zêdetirîn sûc û binpêkirinan li dijî gelê Sûriyê û Iraqê pêk bîne."

Siyasetmedarê Kurd bêdengiya civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û navneteweyî li hember sûcên ku dewleta Tirk de şermezar kir û bang kir ku sînor ji van sûcên ku li herêmê têne kirin, were danîn.

 ‘DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ Û YA SÛRIYÊ NEBIN HEVALBENDÊN SÛCÊN DEWLETA TIRK'

Girêdayî mijarê endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Gulistan Etî wiha axivî: "Dewleta Tirk bi hemû şêwazan şerê gelê herêmê dike. Ava çemê Firatê wek çekekê li dijî gelê Sûriyê bikar tîne û peymanên di navbera wê, hikumeta Sûriyê û hikumeta Iraqê de binpê dike, her wiha para gelê Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê, didize."

Gulistan Etî diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê bandor ne tenê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê belê li gelê Sûriyê û gelê Iraqê bi giştî kir, ji ber wê jî karesatên mirovî li herêmê di nava bêdengiya her du dewletan de rû dan.

Gulistan Etî got divê hikumeta Iraq û hikumeta Sûriyê mafên gelên xwe biparêzin, erkên xwe der barê gelê xwe de pêk bînin, li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin û nebin hevalbenda sûc û binpêkirinên dewleta Tirk.

Gulistan Etî di dawiyê de îşaret bi girîngiya ku rêxistinên banga parastina mafên mirovan dikin ku der barê sûcên dewleta Tirk de bê deng nemînin, zext lê were kirin da ku ava çemê Firatê berdin.

Cara yekemîn di dîrokê de rêjeya ava çemê Firatê 7 metreyan daketiye.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u-7WVyKzB5E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>