Li rojhilatê Babê çeteyên dewleta Tirk zarokek birîndar kirin

Çeteyên dewletae Tirk a dagirker li gundê El-Buyhîc ê rojhilatê bajarê Babê, zarokek birîndar kir.

Li rojhilatê Babê çeteyên dewleta Tirk zarokek birîndar kirin
1 hezîran, 2021   09:26
MINBIC

Nûçegihanên me ku agahiyên spartin çavkaniyên herêmê, ragihandin ku artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê, gundê El-Buyhîc ê rojhilatê bajarê Babê yê rizgarkirî hedef girt.

Di encamê de, zarokê bi navê Quseyî Şêx Xês Hemîdî(11 salî) birîndar bû û ew ji bo nexweşxaneya Minbicê hate veguhistin.

ANHA