Bexda û Hewlêr bang li dagirkeriya Tirk kir: Birîna daran rawestîne

Bexda û Hewlêrê bi daxuyaniyeke hevbeş de duh bang li dewleta Tirk a dagirker kirin ku birîna  darên daristanên herêmên Behdînanê yên Başûrê Kurdistanê rawestîne.

Bexda û Hewlêr bang li dagirkeriya Tirk kir: Birîna daran rawestîne
1 hezîran, 2021   08:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Roj Newsê daxuyaniya ku Wezîrê Çandiniyê yê Hikumeta Federal Mihemed Kerîm El-Xefacî û Wezîra Çandiniyê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê Bêka Red Taleban dane û di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ji demekê ve em nûçeyên ku komeke şirketên Tirkiye bi alîkariya hêzên Tirkiye darên li daristanên herêmên Behdînanê yên Başûrê Kurdistanê dibirin,  dişopînin. Darên ku têne birîn jî dibin hundirê Tirkiyê da ku bifroşin."

Wezîran ev kiryarên "neşaristanî" şermezar kirin û bi kiryarên dijmane li dijî xweza û hawîrdora Iraqê û Başûrê Kurdistanê û kiryarek dijmane li dijî mirovahiyê û cîhanê bi nav kir.

Her du hikumetan banga girtina tedbîrên bilez û guncew ji bo rawestandina wan kiryaran kir.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî(NY) û rêxistinên navneteweyî kir ku bi wan re hevkar bin da ku çareserî ji van kiryarên neberpirsyar re bibînin.

(şx)