ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-06-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-06-2021
31 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên Tirbespiyê şervanên Hêzên Xweparastinê Ebdulhemîn El-Recep li goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya 1'ê Hezîranê şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ragihadina Pêngava Rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ji bo pêkhateyên herêmê qonaxeke dîrokî û guhertineke çarenûsî bû. Ji ber ku ev pêngav xalekeke veguherînê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bû, di heman demê de û derbeyeke xurt li dijî projeyên dewleta Tirk a li Sûriyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Yusuf Çakas destnîşan kir ku divê rewşa girtiyên nexweş di çarçoveya pîvanên mirovî de bê nirxandin û diyar kir ku divê hemû civak li hemberî binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan hestyar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên jin ên saziyên sivîl ên Şehbayê û Dirbêsiyê diyar kir ku tecrîd û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin, ji ber gel fikirê wî ji xwe re bingeh girt. Her wiha gotin, divê jin azadiya rêber Ocalan wekî armanca xwe ya sereke bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Kobanê bi navê "Nejadî" panelekê li dar dixe, saet 10:00'an, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi diruşma "Jinên Zenûbiya li bajarê Reqayê ne" kongreyekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd got siyasetên dewleta Tirk ên bi zanabûn ên li Sûriye beşek ji komployekê ye ku ji 2013`an ve hatiye xêzkirin da ku bajarên Sûriyê ji niştecihên wê yên resen werin valakirina û demografiya wê li ser tevahiya asta were guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Kurd got bêdengiya hikumetên Bexda, Şamê û civaka navneteweyî li hemberî siyasetên dewleta Tirk tê wateya erêkirina siyaseta dewleta Tirk da ku sûcan li dijî gelê herêmê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku li çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navîn rûdanên girîng hene. Bêguman rûdanên li vê herêmê ku wek navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê qebûlkirin, ji rûdanên global cuda bên nirxandin. Bi gotineke din Kurdistan û herêm hem di warê erdnîgarî û hem jî di pêşketina mirovahiyê ya îro de rola xwe ya navendî didomînin. Hêzên global şerê parvekirinê dimeşînin û dixwazin hem ji aliyê cografîk hem jî ji aliyê dîrokî ve bi hişmendiya vê mîsyonê cîhanê ji nû ve dîzayn bikin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û gotin, armanc ji van êrişan şikandina rihê berxwedana gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Til Hemîsê rewşa siyasî û xizmetguzarî ji komînan re dinirxîne, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî dewleta Tirk di siyaseta valakirina herêmê ya ji niştecihên wê de bi bin ket, hilberînên çandiniyê yên gundên rojavayê bajarê Kobanê îsal jî wekî salên berê dişewitîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA