Azadî dê bi ruhê 1'ê Hezîranê pêk bê

Azadî dê bi ruhê 1'ê Hezîranê pêk bê
1 hezîran, 2021   01:49

Halîl Cemal

Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku li çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navîn rûdanên girîng hene. Bêguman rûdanên li vê herêmê ku wek navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê qebûlkirin, ji rûdanên global cuda bên nirxandin. Bi gotineke din Kurdistan û herêm hem di warê erdnîgarî û hem jî di pêşketina mirovahiyê ya îro de rola xwe ya navendî didomînin. Hêzên global şerê parvekirinê dimeşînin û dixwazin hem ji aliyê cografîk hem jî ji aliyê dîrokî ve bi hişmendiya vê mîsyonê cîhanê ji nû ve dîzayn bikin.

Bi taybetî hem di warê pêşveçûnên jeopolîtîk hem jî dîrokî de, pêşketinên li Kurdistanê ku di vê erdnîgariyê de roleke sereke dilîzin, ji bo herêma me û ji bo mirovahiyê xwedî roleke diyarker in û hêza pêşeng a çarenûsî û rastiya gel jî rêber Apo û PKK ne.  Ji ber vê yekê, di van sih salên dawîn ên rûdanên li herêma me de, di navbera hêzên global, herêmî û hevkar û  rêber Apo û PKK'ê de şerekî dijwar dewam dike. Piştî Şerê Kendavê yê Yekemîn; DYA, NATO  û hikumeta Hewlêrê ya ji aliyê Îsraîlê ve hat avakirin, ewilî bi dewleta Tirk a faşîst a dagirker re ku ji nû ve vekirina herêmê ji bo parvekirinê bû xaleke girîng a vegerê. Hewldana suîqestê ya 6'ê Gulana 1996'an a li Şamê li dijî Rêbertî, Komploya 9'ê Cotmehê ya piştî peymana sala 1998'an a di navbera PDK û YNK'ê de li Washingtonê, piştî dîlgirtina Rêbertî di 15’ê Sibatê de pêk hat. Ev rûdan jî tên wateya qonaxeke girîng a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Bi dîlgirtina Rêbertî re, hewldana tesfiyekirina gerîla û PKK'ê ku hêviya azadiyê ya Kurdan û gelên herêmê ne, bi lez û bez pêk hat û dest bi dîzaynkirina herêmê di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de kirin. Ji ber vê yekê li Tirkiyê guhertineke hikumetê pêk hat û Erdogan û AKP kirin desthilatdar. Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevserokatiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hat erkdarkirin. Vê hevseroktiyê maf dida NATO'yê da ku her cure tawîz, pratîk û destwerdanê li geşedanên li Rojhilata Navîn bike. Rûdanên piştre jî ev yek nîşan da.

Rêber Apo ji demên destpêkê yên dîlgirtina li Îmraliyê de, ji bo têkbirina komployê dest bi pêvajoyeke nû ya paradîgmayê kir û dewleta Tirk li hember şerekî gengaz ê Kurd û Tirkan hişyar kir. Ji ber vê yekê serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît got “Ez fêm nakim bê çima DYA’yê Abdullah Ocalan radestî me kir.” Di rastiyê de bi vê yekê re Amerîkayê dixwest bibêje "Ma da we ji bo ku Ocalan wek serokê terorîstan ceza bikin" an jî "Şerê Kurd û Tirkan bidin destpêkirin."

Piştî ku rêber Apo bi paradîgmayeke nû PKK ji pêvajoya tasfiyeyê ya gengaz a DYA û NATO'yê derxist, di sala 2003'yan de DYA’yê Iraq dagir kir û Sedam têk bir. Bi hin guherînên zagonî statuyek ji bo Başûrê Kurdistanê çêkir. Amerîka/Îsraîlê û hevkarên wê karîn li Başûrê Kurdistanê bi erkên fermî kar bikin. A rast, statuya nû ya Başûrê Kurdistanê tê wateya ku hêzên serwer ên global li herêmê statuyeke qanûnî bi dest xist.

Agirbesteke yekalî ku bi dîlgirtina rêber Apo re dest pê kir û dîsa li ser fermanên rêber Apo di 1’ê Îlona 1999'an de ket dewrê û li Bakurê Kurdistanê jî hêzeke mezin a gerîla xwe vekişand Başûrê Kurdistanê. Di dema vê vekişînê de bi êrişên dewleta Tirk a faşîst re ji 500'î zêdetir gerîla hatin şehîdkirin.

Piştî vekişînê kongreya 7’an a PKK'ê di dawiya sala 1999'an û destpêka sala 2000'î de pêk hat. Kongreyê û Rêbertî ji nû ve birêxistinkirin da destpêkirin û pêvajoya guhertinên di şêweyê birêxistinkirina partiyê û têkoşînê de dest pê kir. Yên ku bi nepenî ev guhertin wek "hewcedarî bi partî û gerîla tune ye" şîrove dikir, bi êrişa DYA'yê ya li Iraqê re dest bi birêxistinkirina xwe kir. Di rastiyê de ev meyldarî bi temamî ji bo serdemekê di rêveberiya partiyê de jî cihê xwe girt. A rast, ev yek di ser PKK'ê re rojanekirina Peymana Cezaîrê ya sala 1975’an bû.

Li gorî vê nûkirinê, bi destûra Iraqê re statuyeke Kurdistanê derket holê û DYA/NATO dê ev statuya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê belav bikira. Piştre derket holê ku armanc ne ev e û bi tesfiyekirina PKK’ê re dê statuya Başûrê Kurdistanê jî bibûya cihê nîqaşan. Bo nimûne, di êrişên DAIŞ'ê de PKK û gerîla nebûna, dê tevahiya Başûrê Kurdistanê, bi taybet Hewlêr bi destê DAIŞ'ê rastî qirkirinê bihata. Helwesta navneteweyî ya ku di referanduma serxwebûnê de derket holê jî, ev yek nîşan da. Hemû hêzên rojavayî û bi taybet jî DYA, Kerkûk û herêmên nakok ji dagirkeriya Iraqê re hişt. Dewleta Tirk a faşîst ku îro hewl da bi rêbazên bêperwa Başûrê Kurdistanê dagir bike, got "Em ê nan û avê qut bikin, bila ji birçînan bimirin." Heman dewleta Tirk a faşîst ku ev yek got, hê jî dostê PDK'ê ye û li hember banga PDK'ê ya ji bo alîkariya li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê jî bi paş ve çû. Ji bo qirkirina Kurdan, bi taybet êzidiyan, DAIŞ organîze kir û êriş pê da kirin.

Li dijî êrişên li nava PKK'ê ku bi giranî hêza xwe ji dagirkeriya DYA'yê digirt û ji aliyê PKK'ê ve wek 'xiyaneteke navxweyî' dihate dîtin, pêngaveke îdeolojîk, rêxistinî û çalakiyê hate pêşxistin. Li ser vê bingehê biryara "Pêngava Şoreşgerî" di 1’ê Hezîrana 2004'an de wek sembola serkeftina têkoşîna li nava partiyê ya li dijî tasfiyeyê hat wergirtin. Bi vê biryarê ku rebêr Apo wek jidayikbûna sêyemîn dinirxand, tevgera Apoyî bi tevahî ketiye pêvajoya ji nû ve partîbûn û bi giştî ji nû ve avakirinê. Ev pêngav serdema sêyemîn a stratejîk a têkoşîna azadiyê, di heman demê de di aliyê îdeolojîk-rêxistinî de bi pêş diket. Di vê serdema stratejîk de "Stratejiya Têkoşîna Siyasî ya Demokratîk" bû ku di nav de rêxistin û xebatên siyasî yên aştiyane, muzakereyî bi sîstema KCK'ê hatin pêşxistin.

Serdema sêyemîn a stratejîk piştî ku hikumeta faşîst a AKP/Cemaetê di 14’ê Nîsana 2009’an de êrişên xwe yên qirkirina siyasî zêde kirin, di 1’ê Hezîrana 2010’an de bi “Biryara Pêgava Şoreşgerî” ya nû bi dawî bû. Vê biryara nû perspektîfa xwe ya îdeolojîk/rêxistinî ji biryara 1’ê Hezîrana 2004'an digirt.

Ev destpêka serdema stratejîk a têkoşîna azadiyê wek "Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî" hat pênasekirin. Ji ber ku hikumeta faşîst a Tirk dest bi êrişan kiribû ku dê siyaseta demokratîk/legal bi temamî asteng bikira. Rêbertî ji bo ku ev serdem bi awayekî demokratîk û aştiyane û muzakereyê dîsa bi pêş bikeve û şerê Kurd û Tirkan ku sedema wê ya komployê bû, çênebe, bi navê "pêvajoyên çareseriyê" rêzeînsiyatîf dan destpêkirin. Hikumeta faşîst ev pêvajo ji bo zemîna xwe xurt û domdar bike, bi kar anî û dema amade bû, piştî sala 2014’an li hemû parçeyên Kurdistanê dest bi êrişê kir, hemû derfetên siyasî yên qanûnî/demokratîk ji holê rakirin. Ji Efrînê dest pê kir, Rojavayê Kurdistanê parçe bi parçe dagir kir, sazîbûneke dagirker ava kir. Qirkirina Kurdan li herêman bi hovane dewam kir. DAIŞ û formasyonên cuda yên çeteyan wek amûrên sereke yên vê qirkirinê û endezyariya civakî hatin bikaranîn. Dema ku êrişa van hêzan hate şikandin, artêşa Tirk ku duyemîn hêza mezin a NATO'yê ye, bi piştgiriya DYA, Îsraîl û NATO'yê êriş kir.

Ji ber ku li hemberî van êrişan berxwedaneke bêhempa hat kirin, dewleta Tirk a faşîst careke din bi desteka NATO û DYA’yê dest bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Armanca sereke ya vê êrişê tunekirina gerîla ye ku dînamîka berxwedanê ya hemû Kurdistanê ye û nemaze li hember dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê. Bi gotineke din, faşîzm bi van êrişan plan dike ku berxwedana gerîla bişikîne û hemû astengiyên li pêşiya dagirkirna Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake. Bi vî rengî Mîsakî Mîllî ku armanca yekemîn a "Osmaniya Nû" ye, dê sînorên xwe yên neteweyî temam bike.

Û mîna ku li Sûriye û Lîbyayê kir, armanc dike ku gav bi gav li tevahiya xaka Ereban serdest be. Ji ber vê yekê, xetereya faşîzmê heye ku ne tenê Kurdan, gefê li gelên herêmê jî dixwe. Çawa ku faşîzma Hîtler li dijî tevahiya mirovahiyê sûc kir, ji cihûyan dest pê kir û hewl da dinyayê tev biçewisîne, desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê jî gefê li hemû gelên herêmê dixwe û ji Kurdan dest pê dike. Wek hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, Erdogan/Bahçelî yê faşîst û hikumeta wî sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Bi çek û piştgiriya NATO'yê van sûcan pêk tînin. Ji ber vê yekê, çawa ku hemû gel û  hêzên antîfaşîst bi avakirina bloka demokrasiyê de li hemberî Hîtler bi ser ketin, li dijî êrişên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, ji bilî stratejiya "Şerê Gel ê Şoreşgerî" hemû gelên herêmê bi taybetî jî Kurdan tu vebijêrkeke din nîn e.

Ji ber vê yekê, bêyî ku wek stratejiyeke têkoşînê ya bi tenê birêxistin bûn an jî parçeyekî Kurdistanê bê dîtin, "Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hezîranê" wek stratejiyeke "Mîsogerkirina Azadiyê û Bidawîkirina Dagirkerî û Faşîzmê" divê bê dîtin. Yanî biryara 1’ê Hezîranê ji bo hemû gelên herêmê ji bo têkoşîna azadiyê tê wateya rê û rêbazan. Ev rê û rêbaz lidijderketina her cure tasfiye, hevkarî û xayîntiyê hewce dike. Ev rê û rêbaz li ser bingeha berxwedana li dijî faşîzm û dagirkeriyê, di heman demê de di têkilî û tifaqan de rêgeza azadiyê mecbûrî dike. Li ser vê bingehê, pêwîstiya serdemên sêyemîn û çaremîn ên stratejîk û têkoşîna mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo, divê bi hev re werin nirxandin.

Lewma jî stratejiya şoreşgerî ya şerê gel dê bi çalakiya birêxistinkirî ya kollektîf a hemû kurdistanî û gelên herêmê, dawî li faşîzm û dagirkeriyê bîne. Gelên ku hebûna xwe bi vî rengî diparêzin, dê azadiyê bi dest bixin.