​​​​​​​Ragihandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê qonaxeke dîrokê ye

Ragihadina Pêngava Rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ji bo pêkhateyên herêmê qonaxeke dîrokî û guhertineke çarenûsî bû. Ji ber ku ev pêngav xalekeke veguherînê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bû, di heman demê de û derbeyeke xurt li dijî projeyên dewleta Tirk a li Sûriyê bû.

​​​​​​​Ragihandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê qonaxeke dîrokê ye
1 hezîran, 2021   00:41
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

1’ê Hezîranê salvegera ragihandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê. Bajar di 21’ê Çileya 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin.

5 sal di ser ragihandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê re derbas bûn, lê hîna jî bîranînên pêngava ku ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve bi piştevaniya QSD’ê hat ragihandin di hişê tevahî mirovan de ye.

Ji zêdetirî 2 sal û nîvan Minbic di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma, di wê demê de şêniyên bajêr û gundewarên wê di tirs, tevahî kiryar û sûcan re derbas bûn û di oxira rizgarkirina wê de 500 şehîd û bi sedan birîndar hatin dayîn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 12’yê Tebaxa 2016’an de tevahî bajar rizgar kir, îro û piştî derbasbûna 5 salan di ser salvegerê re, niha bajar ji serdema reş a ku çeteyên DAIŞ’ê serwer kiribû, bi temamî cudatir e.

‛XALEKE VEGUHERÎNÊ YE’

/kr/uploads/files/2021/05/31/201456_-30-5-2021.webp

Girêdayî mijarê, Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil  ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku bajarê Minbicê ji bo DAIŞ’ê mîna stûnekê bû û rizgarkirina wê erkek li ser milê tevahî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû ku şêniyên wê jî di rizgarkirinê de destek dan.

DAIŞ’ê bajarê Minbicê weke baregeheke sereke ji bo çeteyên biyanî yên ku ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve dihatin, bi kar dianî, da ku li herêmên Sûriyê û Iraqê belav bibin.

Rizgarkirina Minbicê weke rizgarkirina paytexta duyemîn a çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê bû û astengiyek li hember damarên çeteyan bû, nemaze piştî ku şervanên YPG û YPJ'ê Girê Spî di havîna 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Dewleta Tirk sînorê xwe ji çeteyan DAIŞ’ê vekir, bi wê re hejmara çeteyan li Sûriyê û Iraqê ku ji tevahî cîhanê bi rêya xaka Tirkiyê derbas bûne, zêde bûn.

Rizgarkirina Minbicê bandoreke mezin li DAIŞ’ê kir, bi wê re jî piştî hilweşandina vê damarê çeteyên DAIŞ’ê têk çûn û bû piştgiriyeke lez a têkbirina DAIŞ’ê di nuxqeya dawî ya li Baxozê de di bihara 2019’an de.

‛PÊNGAV JI DÎROKÊ RE YE’

Mihemed Ebû Adil da zanîn ku Pêngava Rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de bi beriya ku bighêje bajar bi serkêşiya fermandar Feysel Ebû Leyla hat destpêkirin, piştî şehadeta wî pêngav navî wî hilgirtin û  bi navên hevrêyên wî yên şehîd mîna şehîd Ednan Ebû Emced, şehîd Ebû Casim El-Begarî, şehîd Botan Tirkmenî û şehîd Koçerîn berdewam kir.

Ebû Adil diyar kir ku rola wan şehîdan di pêngavê de pir mezin bû û armanca wan a sereke rizgarkirina şêniyan ji çeteyên DAIŞ’ê û pêkanîna ewlehî û aramiyê bû.

Fermandar Ebû Adil bi bîr xistin ku di oxira rizgarkirina Minbicê de nêzî 500 şehîd hatin dayîn.

/kr/uploads/files/2021/05/31/201509_-30-5-2021.webp

Şêniyên Minbicê piştevanê hêzên leşkerî ji aliyên bilindkirina moral û tevlêbûna nava hêzên wê bûn, ji ber hêzên leşkerî ew ji tarîtî û terorê rizgar kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha got: "Dema ku DAIŞ fireh dibû û çend metre tenê ji bajarê Kobanê mabûn, şervan û damezrînên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî rizgarkirina Kobanê bûn û di wê baweriyê de bûn ku ev metreyên mayî dê bibe bingeha rizgarkirina Sûriyê û tevahî mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ’ê."

Derwîş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bê guman dema Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û em gihaştin Bendava Tişrînê ya rojhilatê Minbicê, amadekariyên rizgarkirina Minbicê hatin destpêkirin, fermanên Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced û hevrêyên wî amadekariyên pêngavê dikir."

Tê zanîn ku bajarê Kobanê nuqteya destpêkê ya pêngavên têkbirina DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.  26’ê Çileya 2015’an hilwestîna yekemîn a DAIŞ’ê li Sûriyê bû û bi wê re bû zemînê destpêkirina pêngavên rizgarkirina herêmê, ji Bendava Tişrînê, piştre Minbic, Tebqa, Reqa û heta Dêrazorê.

‛EBÛ LEYLA JÊDERA JÊDERA ÇOŞ Û ARAMİYÊ BÛ’

Derwîş li ser şehadeta girîngtirîn sembolê pêngavê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla axivî û wiha pê de çû: "Ebû Leyla yê ku pêngav bi rê ve dibir, di navbera hevrêyên xwe de ku mohr li Pêngava Rizgarkirina Minbicê daye, çavkaniya coş û aramiyê bû. Ebû Leyla xwediyên vîn, moral, coş û pisporiya şerkirinê bû û dîrok û têkoşîna wî heye. Piştî şehadeta wî, vîna şervan xurtir bûn, da ku şopa wî ya têkoşînê û rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê pêk bînin."

Derwîş îşaret pê kir ku di dirêjahiya 75 rojên pêngavê de şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê destanên qehremantiyê nivîsandin û rizgarkirina bajêr û şêniyên wê ji qirêjiya terorê hilgirtin ser milên xwe.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla ji yek sembolê şerê Kobanê û Minbicê bû 5’ê Hezîrana 2016’an , di şerê rizgarkirina gundekî başûrê Minbicê birîndar bû de de şehîd bû.

‛KÊFXWEŞIYA GIHAŞTINA MINBICÊ NAYÊ WESIFKIRIN’

Berdevkê Miclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kêliyên rizgarkirinê û wiha axivî: "Kêfxweşiya pir mezin û nayê wesifandin; dema ku em vegeriyan bajarê Minbicê, ku bi salan em jê dûr ketibûn. Me banga şêniyan bersivand ku wan ji çeteyên ku hovanetirîn sûc pêk dianîn rizgar bikin. Vegera li Minbic û rizgarkirina wê ji terorê piştî salên dirêj ji xebat, ked û amadekariyên pêngavê, hinekî kêliyên wê hestiyarî bûn. Tevahî bi vê pêngavê kêfxweş bûn."

Derwîş diyar kir ku pêngava rizgarkirina Minbicê, ji Kobanê dest pê kir, piştre Minbic, Tebqa, Reqa û heta bi Dêrazorê çû û wiha li gotina xwe zêde kir: "Soza me ji hevrêyên me yên şehîd re têkbirina terorê bû. Ev şehîd mezin in, canê xwe di oxira rizgarkirina şêniyan ji terorê de da û em dikarin bibêjin ku hêviyên wan pêk hatin."

Şervan Derwîş got: "Di salvegera 5’an de bîranîna wan kêliyan, serkeftinên ku bidest xistine û pêvajoyên ku gihiştinê de, bi guman em bi hevrêyên xwe serbilind in û keda me di destkeftiyên îro de hene."

‛JI BO GIHANDINA KEŞTIYÊ BER BI BEJAHIYÊ VE XEBAT BERDEWAM IN’

Şervan Derwîş eşkere kir ku "Parastina xakê ya ku bi xwîna şehîdên qehreman hatiye avdan û gihandina keştiyê ber bi bejahiyê ve berpirsiyartiya me ye, keddayîn hîna berdewam in. Aliyên dijber hîna jî li ser derbekirina vê tecrûbeya serkeftî û destkeftiyan dixebitin. Lê bi bin ketin û hewldanên wan ên niha jî dê bi bin kevin. Ji ber vîna ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de hatiye îsbatkirin û yekitiya hêzên leşkerî bi şêniyan re bû nimûneyeke bêhempa."."

Derwîş daxuyand ku şênî li hember sekvan û mayînên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didan û xwe digihandin herêmên rizgarkirin, dema gihaştin wan herêman jî bi hezaran ciwanan çek rakirin û tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Ji ber êş û azar di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de dîtin.

‛BI RIHÊ ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BERDEWAM E’

Şervan Derwîş diyar kir ku têkoşîna ku di pêngava Minbicê de hat raberkirin bi rihê şehîdên ku di oxira rizgarkirin, pêkanîna azadî û edaletê li tevahî Sûriyê de canê xwe dane, berdewam e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca me pêkanîna hêviyên şehîdan e, em bi vê vînê bawer in, bi hevkarî û hevgirtinê dê serkeftinê li tevahî Sûriyê û welat pêk bînin, ev jî berpirsiyartiya tevan e."

(fr)

ANHA