Li ser şopa Tirkiyê, çeteyên wê ava çemê Xabûrê qut dikin

Ligel qutkirina ava çemê Firatê û Xabûrê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên dewleta Tirk vê carê ava çemê Xabûrê qut kir, ew jî bi rêya firehkirina çem û bilindkirina stirên axî li pêş herikîna avê, da ku av negihîne herêmên Rêveberiya Xweser.

Li ser şopa Tirkiyê, çeteyên wê ava çemê Xabûrê qut dikin
31 gulan, 2021   16:22
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji hundirê Serêkaniyê yê dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rêya treks û alavên giran ji çend rojan ve çemê Xabûrê li nêzî gundê Menacîr ê dagirkirî fireh dikin û stirên axî li pêşberî herikîna avê bilind dikin, da ku avê bigirin û ji ser herêmên Rêveberiya Xweser qut bikin.

Ev yek digel qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve pêk tê, bi wê re av li ser stasyona Elokê ku avê dide zêdetirî milyoneke şêniyên Hesekê hat qutkirin.

(fr)

ANHA