​​​​​​​Dayikên gerîla berxwedana zarokên xwe silav kir

Dayikên gerîla yên navçeya Çelebiyê bi daxuyaniyekê berxwedana zarokên xwe yên li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û gotin, berxwedan rêya yekane ya pêkanîna serkeftinê ye.

​​​​​​​Dayikên gerîla berxwedana zarokên xwe silav kir
31 gulan, 2021   14:50
EYN ÎSA

Bi dehan dayikên gerîlayên HPG'ê li qada Şaredariyê ya navçeya Çelebiyê ya Eyn Îsayê kom bûn. Dayikan ku wêneyên rêber Abdullah Ocala û alên Kongreya Star bilind kiribûn daxuyaniyek dan. Dayika gerîlayekê Cemîla Şahîn daxuyanî da.

Cemîla Şahîn, berxwedana zarokên xwe yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û got, berxwedan rêya yekane ya pêkanîna serkeftinê ye.

Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan û sûcên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir ku dê destekdayîna berxwedana gerîla re bidomînin û zarokên xwe di oxira parastina xakê de û li hemberî êrişên dagirkeriyê bidim.

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i297E7peulE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>