Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn

Şêniyên Hesekê 114 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi bîr anîn.

Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Nîsan û Gulanê hatin bi bîranîn
31 gulan, 2021   17:59
HESEKÊ

Bi sedan malbatên şehîdan ên Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr tev li merasîma bibîranînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/05/31/171125_ahmd-asad.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed Esad axivî û got: "Em îro 114 şehîdên ku ji bo parastina gel û xaka xwe canê xwe feda kir bi bîr tînin."

/ar/uploads/files/2021/05/31/171153_brwsk-hskh.webp

Dûvre bi navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê Birûsk Hesekê axivî û soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina rêya wan a fedekarî û têkoşînê heta pêkanîna azadî û adaleta li tevahiya herêmên xwe da.

/ar/uploads/files/2021/05/31/171207_rwjda-ahmd.webp

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên şehîdan xwendin.

Merasîm bi diruşmên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA