Sersaxî ji malbata gerîla HPG'ê Birûsk Kobanê re hate xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbata gerîlayê HPG'ê Ehmed Bozan (Birûsk Kobanê).

Sersaxî ji malbata gerîla HPG'ê Birûsk Kobanê re hate xwestin
31 gulan, 2021   13:35
KOBANÊ

Gerîlayê HPG'ê Ehmed Bozan (Birûsk Kobanê) 20'ê Gulanê di berxwedana li herêma Zapê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd a li gundê Bîrekor ê navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê hate vendan û bi wêneyên şehîd Birûsk hat xemilandin. Bi sedan şêniyên kantonê, di nav de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin kon de merasîmek hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û got: "Di kesayeta şehîd Birûsk de em tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Dema peyva şehîd tê bîra me dîroka tarî û rojên reş tên bîra me ku şehîdan ji bo guhertina wê giyanê xwe da."

Êto anî ziman, yên ku ji dibistanên rêber Ocalan vexwarine û fikir û felsfeya wî xwendine şehîd Birûsk û hevalên wî ne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef jî got: "Şehîdan ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk berdêlên giran dan, şehîdên me jî bedena xwe ji me re kirin pirek ber bi azadiyê ve."

Xelef  diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan dagirkirina herêmê ye. Xelef  di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endama rêveber a Meclisa PYD'ê ya kantona Kobanê  Bêrîvan Îsmaîl jî wiha got: "Dewleta Tirk şerê gelê Kurd li kuderê be dike, wekî çawa me soz daye rêber Ocalan û şehîdên azadiyê em ê Kurdistanê biparêzin û rizgar bikin."

Bêrîvan Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de got: "Em fikir û felsefeya rêber Ocalan ji xwe re esas digirin û şehîd pêşengên me ne."

Di merasîmê de, bi navê malbata şehîd Birûsk, Kedîm Îdan wiha axivî: "Em bejna xwe li ber malbatên şehîdan, bi taybet dayikên şehîdan ên ku leheng afirandine û banga welat bi cih anîne, ditewînin."

Îdan destnîşan kir ku welat di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe, ji bilî berxwedan û têkoşînê tu vebijêrkên din nîn in.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/USo1xMV__o0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>