Navên efrîniyên di girtîgehên dewleta Tirk de hatine kuştin

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriyê nasnameyên gelek niştecihên Efrînê ku hatine revandin û bi îşkenceyê di girtîgehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kirin.

Navên efrîniyên di girtîgehên dewleta Tirk de hatine kuştin
31 gulan, 2021   13:02
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – ALAN ŞÊXO

Dewleta Tirk û çeteyên wê pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê li ser niştecihên resen ên Efrînê di hundirê girtîgeh û zindanên li herêmên dagirkirî de didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji Adara 2018`an ve bi sedan niştecih bi armanca dorpêç û koçberkirina bi darê zorê, revandine.

Piştî ku zêdetirî 2 salan di jêrzemînên zindanên dewleta Tirk de hatin girtin, hin kesên ku hatibûn revandin ber bi kantona Şehbayê ve reviyan û hejmara kesên hatine revandin û ji ber îşkenceya ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê ve jiyana xwe ji dest daye, hatin eşkerekirin.

Di 26`ê Gulanê de ajansa me agahiyên welatiyê bi navê E. H. xwe ku gihandibû kantona Şehbayê û tişta ku rastî welatiyê bi navê Kawa Umer ê ji şêniyên gundê Darkirêh ê navçeya Mabata ku ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, weşandin.

Welatiyê bi navê E.H. piştrast kir ku çeteyan welatiyê bi navê Kawa Umer bi îşkenceyê neçar dikir ku ava qirêjî piştî çend rojan ji lêpirsînê vexwe.

/ar/uploads/files/2021/05/31/112954_kawa-amr.webp

 E.H. nasnameya welatiyê bi navê Mihemed Umer ku kor e û ji şêniyên gundê Darkirêh e ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî navên hin kesên ku hatibûn revandin û di bin îşkenceyê de di jêrzemînên girtîgehên dewleta Tirk de li herêmên dagirkî jiyana xwe ji dest daye, belav kirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Kawa Umer (32) ji gundê Darkirêh di girtîgeha bi navê Zîra ya li bajarê Bab de jiyana xwe ji dest da, Mewlîda Nehman (64) ji navçeya Cindirêsê ye û di girtîgeha bajarê Rayî de jiyana xwe ji dest da.

/ar/uploads/files/2021/05/31/113010_mwlydh-naman.webp

Têkildarî mijarê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî.

Şêxo diyar kir ku sûc û binpêkirinên ku li dijî şêniyên Efrînê yên resen ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê di zindanan de, li gorî rêgez û peymanên navneteweyî dikeve nav lîsteya sûcên li dijî mirovahiyê.

/ar/uploads/files/2021/05/31/113040_ibrahym-shykhw.webp

Şêxo destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku ji malbatên kesên revandî bi dest xistine, welatiyê bi navê Kawa Omer beriya salekî ji ber îşkenceyên hov jiyana xwe ji dest da. Her wiha welatiya bi navê Mewlîde Niman ji ber îşkenceyên hov duh (30 Gulanê ) jiyana xwe ji dest da.

Şêxo piştrast kir ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlan ji ber tawanên derew wek têkiliyên wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re, direvînin. Şêxo da zanîn ku rêveberiya zindana Rayî ji malbatên Mewlîde Niman pereyên pir bi hinceta ku dermên jê re peyda dikin, dixwestin.

Şêxo di axaftina xwe de, nasnameya welatiyê bi navê Mesûd Yûsif ji şêniyên gundê Moseka yê Racoyê ku ji ber nexweşiyê de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir. Şêxo anî ziman Mesûd di encama îşkenceyên giran û vexwarina avê qirêjî, bi nexweşiyê ketibû.

Şêxo destnîşan kir ku bi zanebûn sûcan li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk tînin û anî ziman ku dewleta Tirk gelek sûc bi hemû rêbazan pêk anîn, her wiha gelek rapor û rêxistinên navneteweyî, ji wan Human Rights Watch û Rêxistina Mafên Mirovan û Komîteya Lêpirsîna Rastiyê ya Navneteweyî wek sûcên dijî mirovahiyê bi nav kirin û piştrast kir ku sûc û kiryarên bi zanebûn û yekser bi fermana istîxbarata Tirk pêk tên.

(bx-dem)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jlk0SORATto" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>