Saziya Êzidiyan panela sêyemîn a "Destûrek me diparêze" li dar xist

Saziya Êzidiyan bi Hevkariya Wezareta Derve ya Amerîkayê bi navê "Destûrek me diparêze" panela sêyemîn a taybet bi jinan li dar xist.

Saziya Êzidiyan panela sêyemîn a "Destûrek me diparêze" li dar xist
Saziya Êzidiyan panela sêyemîn a "Destûrek me diparêze" li dar xist
Saziya Êzidiyan panela sêyemîn a "Destûrek me diparêze" li dar xist
Saziya Êzidiyan panela sêyemîn a "Destûrek me diparêze" li dar xist
31 gulan, 2021   15:57
HESEKÊ

Saziya Êzidiyan bi hevkariya Wezareta Derve ya Amerîkayê lidarxistina panelên bi navê "Destûrek me diparêze" li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Armanc ji vê yekê pêşerojeke guncaw ku mafên hemûyan mîsoger bibe were avakirin.

Panela sêyemîn a taybet ji bo jinan hatiye veqetandin li hola Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate lidarxistin û bi biryaran bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/05/31/145825_dsc_0131-28large29.webp

Piştî rêzgirtin, Berdevka Fermî ya Saziya Êzidiyan Evîn Şêxmûs axivî û bal kişand ser girîngiya pêkanîna rola jinên Sûriyê di destûrê û bidestxistina mafên wê de.

Evîn diyar kir ku civînên li Cinêvê tu çareserî ji aloziya Sûriyê re ne anîn û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jin ji Komîteya Desûrî û civînên bi armanca çareserkirina aloziyê hatin dûrxistin.

Bi rêya bernameyê Zoomê Dr. Ebîr Hesaf û Dr. Dorsin Oskan beşdar bûn ku behsa rola jin, nûnertiya wan û dûrxistina wan, erka Komîteya Destûrî, xebat û avabûna wê kirin.

Beşdaran jî li ser destûra nû ya bê ya Sûriyê û rola jina tê de nêrînên xwe parve kirin.

Evîn Şêxmûs ji ANHA'yê re axivî û got: "Ronahiyeke xurt ji bo jinan heye, bendên xurt ji bo jinan hene ku li ser hilevkirin hene. Peyman Cedaw hebû, lê piştre hate paşguhkirni. Ya pir girîng ew ku panelên taybet ji bo jinan werin veqetandin da ku daxwaza mafên xwe bikin."

Di dawiya panelê de gelek biryar hatin standin, ji wan; Jin nasnameya xwe bide zarokên xwe, bendên qanûna rewşa kesayetî werin guhertin, di derfetên kar û mûçeyên de wekhevî hebe, betalkirina qanûna rewşên awarte, betalkirina qanûna serjimariyê ya 1961, guhertina navê komara Sûriyê, cûdakirina ol ji dewletê, beşdarkirina jinan bi awayekî aktîv di çêkirina birayran de.

Beriya vê panelê, du panelên din ji ciwan û rojnamevanan re hate lidarxistin. Di rojên bê de dê panel ji oldar, siyasetmedar û rûspiyan re werin lidarxistin.

ANHA