Li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê  Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hêzên gerîla de têkbirina gelên herêmê ye. Şêniyên li hemberî van êrişan banga hevgirtinê kir.

Li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir
31 gulan, 2021   03:14
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Artêşa Tirk êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî Kurdistanê didomîne, armanc ji van êrişan qada dagirkirinê berfireh bike û bi navê şerê li dijî gerîlayan Mîsaqa Millî pêk bîne.

/kr/uploads/files/2021/05/30/194434_-.webp

Têkildarî mijarê Sîdî Hena ya ji pêkhateya Kildan a li Dêrikê ji ANHA`yê re axivî û got: "Armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên êzidiyan, Bakur û Başûrê Kurdistanê ye û vê siyasetê berdewam dike, da ku rûbera erdnîgariya xwe berfireh bike û xwestekên xwe yên bicihanîna xewnên dewleta Osmanî pêk bîne."

Sîdî Hena destnîşan kir ku tişta ku ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakur û Başûrê Kurdistanê tê xwestin ew e ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî dewleta Tirk a Osmanî û planên wê yên dagirkerane bisekinin.

/kr/uploads/files/2021/05/30/194449_-.webp

Umer Îsmaîl ê ji şêniyên Dêrikê jî diyar kir: "Armanca êrişên faşîsta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û tunekirina hebûna wan e."

Îsmaîl bal kişand ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û diyar kir ku ev tecrîd isbat dike ku faşîsta dewleta Tirk dixwaze rêber Ocalan ji gel dûr bixe.

Îsmaîl bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û pê de çû: "Armanca ji van êrişan ew e ku rê li pêşiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê bigirin, Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dorpêç bikin, ev komplo planên faşîzam dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din e, beriya ku peymana Ouchy Lozanê bi dawî bibe, ji ber ku di 2023`yan de bi dawî dibe."

Îsmaîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dagirkirina herêmên Qerebaxê yên Ermenistan û pêkanîna komkujiyên li dijî Ermenan a di pêvajoya dîrokê de niyeta faşîzma dewleta Tirk a têkbirina destkeftiyên gelan û tunekirina hebûna wan eşkere dike, mînaka wê jî dagirkirina wê ya ji herêma Efrîn, herêma Girê Spî û Serêkaniyê ye."

Îsmaîl îşaret pê kir ku erkdarkirina welatiyên tirk wek walî li  Serêkaniyê ya Sûriyê, binpêkirina eşkere ya qanûnê ye û got: "Ji her kesî re eşkere dibe ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e li derveyê sînorê xwe sûcan dike, ji Bab, Cerablus, Efrîn û hwd demografiya herêmên dagirkirî diguhere."

Di dawiyê de Îsmaîl bang li tevahiya hêzên Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin da ku parastina destkeftiyan bikin û li dijî plan û komployên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aPt71cYZRSA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>