Li Dêrazorê cenazeyê welatiyekî hate dîtin

Li herêma Kesrat a gundewarê rojavayê Dêrazorê cenazeyê welatiyekî hate dîtin.

Li Dêrazorê cenazeyê welatiyekî hate dîtin
30 gulan, 2021   20:35
DÊRAZOR

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, vê êvarê cenazeyê kesê bi navê Yûsif Xelîfe Esker li herêma Kesrat ê rojavayê gundewarê Dêrazorê hate dîtin.

Kesên nenas gule avêtin serê Esker û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(fr)